'Lêgerîna zanistî, maf û azadiyê bi riyê perwerdê wê bi hêz bibe'

10:38

Zêrîn Kurtay/JINHA

KOBANÊ - Rêvebera Mala Jin Emîne Hesen Bozan derbarê xebatên xwe û zagonên jin ên li Kobanê de nirxandin kir. Emîne diyar kir ku zîhniyeta mêr naxweze jin xwe bi rêxistin bike û wiha got: "Bê guman zîhniyeta mêr vê yekê napejrîne û naxwaze Mala Jin di nava civakê de bi bandor be. Ji ber li hember xwe weke tehlûke dibîne."

Xebata înşakirinê a ku bi pêşengiya jin li Kobanê pêk tê, ji nûve zagonê jiyanê a jin tê diyar kirin. Derbarê mijarê de Rêvebera Mala Jin Emîne Hesen Bozan a Kantona Kobanê nirxandin kir. Emîne wiha got: "Piştî civîna ku li Kantona Kobanê pêk hatî, ji bo pratîk kirina zagonên jin ên ku di civînê de hatine diyar kirin xebatê me berdewam dike. Bi taybet em hewl didin pergala ku bi zîhniyeta mêr hatî hûnadin bi jinan bidin fêmkirin."

'Em hewl didin Mala Jin bikin navenda çareseriyê'

Emîne destnîşan kir ku piştî vegerê gel ew hewldidin rêxistinbûna xwe bi hêz bikin û wiha domkir: "Ji bo ku xebatên me di çerçoveya xweseriya demokratîk de bi hêz bibe û nasnameya jina azad bi jiyanî bibe me giranî daye xebatên jin. Em hewl didin Mala Jin bikin navenda çareseriyê. Bê guman zîhniyeta mêr vê yekê napejrîne û naxwaze Mala Jin di nava civakê de bi bandor be. Ji ber li hember xwe weke tehlûke dibîne. Mêr êdî ji bo Mala Jin dibêjin 'Êdî Mala Jin azadiya me ji dest me digrin'. Zîhniyetê 5 hezar sal a desthilatdariyê napejrîne ku jin bibe navenda jiyanê."

'Em giranî didin perwerdê ji bo guhertina zîhniyetê'

Emîne da zanîn ku ji bo hêzkirina lêgerîna jin a azadiyê ew giranî didin perwerdê û wiha pêde çû: "Lêgerîna zanistî, maf û azadiyê bi riyê perwerdê wê bi hêz bibe. Plansaziyê me heye ku em heftê 3'ê rojan tax bi tax derbarê van mijarande semîneran li darbixin. Bi vî aweyî em dikarin hêdî hêdî xweseriya demokratîk di warê zîhnî de bidin rûnişkandin."

(rc)