Jinên Rojava: Jin pêşengiya parastinê dikin

10:39

Sosin Xanê - Rûkan Dêrik /JINHA

RIMÊLAN - Hêza Parastina Civakê ên jin li bajarê Rimêlan pêşengiya ewlehiya dikin. Jinên ku parastinê bajarê xwe dikin wiha gotin: "Armanca me parastina bajare û xwedî li nirxên zarokên xwe ên ku di çeperan de şehîd ketine derketine."

Li bajarê Rimêlan a Kantona Cizîrê Hêza Parastina Civakê ên jin pêşengiya parastina bajêr ewlehiyê dikin. Bi hezaran welatî ji bo parastina xwe a cehwerî berê xwe didin navenda Hêza Parastina Civakê û perwerde dibînin. Endamên ku perwerdehiya xwe dibînin di qada parastinê de bi aweyek çalak erkên xwe bi cih tînin. Derbarê xebata parastinê de jinên bajarê Rimêlan axivîn.

'Ji bo ewlekariya bajêr çi bê xwestin em ê bikin'

Endama HPC'ê Esma Nûrî Elî diyar kir ku ji bo parastinê ew erka xwe bi cih tîne û wiha got: "Em parastina bajêr û gelê xwe dikin û alîkariyê asayîşê dikin. Me soz daye zarokên xwe ên ku di çeperên şer de şehîd ketî em erkê xwe bi cih bînin. Di warê parastinê de em li gel jinên ku cihên xwe di asayîşê de digrin disekinin. Em kontrola rê dikin, bi taybet jinên ku rûyê xwe digrin. Wek jin ji bo ewlekariyê bajêr çi ji destê min bê ez ê bikim."

'Jin pêşengiyê parastinê dikin'

Emîne Mihemed Ebdullah jî wiha got: "Ez ji bajarê Rimêlanim, wek jin em pêşengiya parastinê dikin. Çi erk ji bo parastinê bikeve ser milên me em amede ne bi cih bînin. Ji bo em piştgirî bidin Hêzê Asayîşê em li virin. Çeteyên DAIŞ'ê dixwazin welatên me dagir bikin. Li hember êrîşan divê em hem di warê parastinê de hem jî di warê zanistiyê de xwe bi hêz bikin. Ji bo parastina xwe û bajarê xwe ez li ser riyê qontrolê disekinim."

Emîne di dawyê de bang li tevahî jinan kir û wiha got: "Divê her jinek ji xwe bawer be û parastina xwe esas bigre. Dervî riyê xwe parastinê, tercîhek me ya jiyanek din nîne. Ji ber vê divê em wek jin xwe bi rêxistin bikin û li dijî çeteyên DAIŞ'ê bersivên bi hêz bidin."

(rc)