‘Em doza hestiyên xwe û dadê dikin'

10:45

Mizgîn Adim/JINHA

ŞIRNEX- Dê doza JİTEM’ê ya ku tê de Cemal Temîzoz û Kamîl Atak tên darizandin sibê bê dîtin. Parêzerê dozê Veysel Vesek diyar kir ku ew ji encamê bi fikare. Ji jinên ku hevserê wan hatine kuştin Şewqiye Arslan û Eyşe Keragoz behsa winda kirina hevserê xwe kirin û gotin: "Em doza hestiyên xwe û dadê dikin.”

Doza JİTEM'ê ya ku di salên 1993 -1995'an de ji bo kuştina 21 kesî di 11’ê İlona 2009’de hatibû vekirin dê sibê li 2’emin Dadagaha Eslî ya Giran a Eskişehîrê bê dîtin. Doza ku têde 8 bersuc tên darizandin pêşî li Amedê hat dîtin du re li Şirnex niha jî li Eskişehîrê tê dîtin. Dadgeha Eskişehîrê di runiştina dawî ya dozê de berata 8 bersucan xwest. Dadgaha Amedê ji bo Albayê Teqawîtbûyî Cemal Temîzoz û Serokê Belediya Cizîrê yê berê re 5 caran muebet, ji bo endamê JİTEM’ê Adem Yakin 4 caran, ji bo Hidir Altug 5 caran, ji bo Burhanettin Kiyak 4 caran û ji bo Firat Altin(Abdulhekîm Güven) 3 caran muebet xwestibû. Lê niha li 2’emin Dadagaha Eslî ya Giran a Eskişehîrê ji bo Albayê Teqewatbûyî Cemal Temizöz, Kamil Atag, Kukel Atak, Tamer Atak, Adem Yakin, Fırat Altın (Abdulhakim Güven), Hıdır Altuğ û Burhanettin Kıyak beraetê dixwaze. Parêzerê dozê bertek li hember vê yekê nişan da û diyar kir ku tevî hemû tiştên li holê dadgehek çawan biriyarek wiha dide, ji xwe ev kesane ji niha ve di wîjdanê gel de hatine ceza kirin.

‘Eger jiyanek bi kurdan re bê xwestin divê hesab bê dayîn’

Parêzerê dozê Veysel Vesek di derheqê dozê de agahî da û diyar kir ku tevî ifadê şahidên veşartî û malbatên kesên hatine kuştin û ifadeyên leşkeran jî dadgehê got ku ev palpişt nayên hesab kirin û wiha axivî: "Fermandarê qerekola navendî ya wê demê di dadgehê de qebûl kir ku di wê demê de komek ji wan cuda hebûye û di meselê adlî de ifade sitandiye. Qebûlkirina vê yekê bi aweyekî vekirî hebûna JİTEM’ê derdixe holê.” Veysel desnişan kir ku di dosyayê de kesên wek Henîfî Avcî, Arîf Dogan, Atîla Kiyak hatine gûhdar kirin û van kesan gotine ku JİTEM hebûye û ev tişt anî ziman: "Atila Kiyak di dadgehê de got eger JİTEM hebe tu leşkerek albayek ya jî yarbeyek nikare bi serê xwe hereket bike. Piştî sala 1993’an PKK li Cizîrê bi hêz dibe û Parleşkerê 7’emin Hasan Kundakçı tê Cizîrê û bi Cemal Temîzoz û Kamil Atak re Civîn digre û ji wan re dibêje; 'PKK'ê paqij bikin hemû erk di destê we de ye.' Me disa di dosyê de tespît kir ku Burhanettin Kiyan kodê bi navê(Yavuz Gûneş) bi kar aniye.” Veysel desnişan kir ku dema wan vê dozê şopandiye rastî gelek gef xwarina hatine û bang li raya giştî kir ku li vê dozê xwedî derkevin û ev tişt anî ziman: "Eger jiyanek ji kurdan re bê xwestin divê hemû rastî derbikevin holê û hesab bê dayîn. Ji van kesên ku hatine kuştin gelek ji wan gorê wan jî tine ne."

‘Timên taybet demançê kirin serê min û gotin bêdengbe nexwe emê te bikujin’

Hevsera Elî Karagot Eyşe Karagoz qala wê rojê kir û got ku dema li malê razayîbîne Temer Atak, Kukel Atak hatin avêtin ser mala wan û hevserê wê Elî dibin. Eyşe bi lêv kir ku zarokê wê ji tirsa xwe davêjin ser wê û ew nizane li pey hevserê xwe here an li cem zarokê xwe bimîne û wiha dewam dike: "Temer Atak û Kukel Atak bi kuça li pişta zilamê min xistin û birin xistin bodroma Kukel Atak. Ez çûm mala Kamil Atak min got ‘hevserê min tu tiştek nekiriye wî berdin.’ Kamîl Atak got ku tiştek nema ye ku hevserê tek nekiriye. Birayê Kamil Atak Mahmût Atak ji min re got ku eger tu dengê xwe bikî ezê te jî bi rêya zilamê te de bişînim. Zaroka min a du heyvî li ser milê min bû hat ku li min bixe jinek li wirbû wî da seknandin.”

Eyşe got ku wê gelek caran ew daxwaznama dide lê daxwaznamê wê tên winda kirin û gelek caran tîmên taybet yên rûyê wan girtî demançê xistine serê wê û ji bo ku bêdeng bibe gef lê xwarine. Eyşe diyar kir ku ji bo xwe bigîne hevserê xwe bîbîne tu der namîne diçe û herî dawî diçe meqamê Kamîl Atak û jê aqubeta hevserê xwe dipirse. Eyşe wiha behsa wan rojan kir: "Kamil Atak ji min re got 'Tu ji bê aqiliya xwe digerî here mala xwe runê eger tu runeynî emê te jî bi rêya hevserê te de bişînin.'” Eyşe ya ku bi salane li peyî hevserê xwe digere got ku heya ew saxbe li peyî doza xwe ye û ew dewa hestiyê xwe dike û dixwaze ev kes caza bigrin.

‘Eger di eşîretiyê de jin bahatina kuştin minê te bikuştina’

Şewqiye Arslan jî bi salane li hestiyê hevserê xwe İhsan Arslan digere got ku Cemal Temizoz, Hekîm, Cebar û Bedran davêjin ser mala wan. Şewqiye wiha behsa wan kêliliyê ku hevserê wê ji malê derxistin dike: "Hevserê min tiraşdibû, xwe amde dikir ku here İraqê hatin wî ji malê derxistin nehiştin rûyê xwe bi tamamî çêke. Destê İhsan û Eli bi hevdû ve girêdan û birin. Ez li pey wan çûm ez çûm nêzî mala Kukel Atak se berdan min. Ez çûm mala Kamil Atak û min destê xwe avêt singa wî min jêre got; 'Tu bi xatirê xwedê û pêxember tu hevserê min berdî.' Kamil Atak ji min re got ‘Xwedê û pêxember tine ye rabe here mala xwe eger di eşîretiyê de jin bihatina kuştin minê te bikuştana û bavêtina ser termê hevsrê te.'” Şewqiye got ku ew her tim ji Kamil Atak dozdare û ew hestiyê xwe dixwaze.

(ma/zt)