Tevahiya şevê êrîş ser Colemêrgê berdewam kirin
10:47
JINHA
COLEMÊRG - Li taxên Bîçer û Medrese yên Colemêrgê dengê teqîn û çekan bilind dibû, di encama teqînan de paceyên gelek malan hatin xwarê û gelek malan ziyanên mezin dîtin.
Li taxên Bîçer û Medrese yên Colemêrgê di seatên êvarê de dengê teqîn û çekan dest pê kir. Piştî teqînan tîmên taybet bi wesayîtên zirxî sewqiyat kirin. Hate zanîn ku ji wesayîtên zirxî tax hatine gulebarankirin. Ji ber teqînên bihêz paceyên malan hatine xwer û gelek malan ziyanên mezin dîtine. Kes nikare têkevin nava deverên şer lê berdewam dike ji bo wê agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
(zyd/zt)