Walîtî Muslum Tayyar ê li Farqînê hate qetilkirin "endamê rêxistinê" îlan kir

11:34


Sarya Gozoglu/JINHA

AMED - Li Farqînê di nava 3'ê mehan de 8 sivîl hatin qetilkirin. Walitî wekê kesên hatin qetilkirin Muslum Tayyar jî "endamê rêxistinê" îlan kir. Dayîka Muslum diyar kir û got: "Kurê min çaycitiyê dikir, ji bo serî li kalê xwe bide hatibû. Dewlet ji bo xwe mafdar derxin, derewan dike."

Li navça Farqînê ya Amedê di nava 3'ê mehan de 8 sivîl hatin qetilkirin. Li Farqînê xweseriya cewherî hatibû îlan kirin. Piştî wê di 17'ê Tebaxê, 24'ê Tebaxê, 13'ê Îlonê, 18'ê Îlon û 3'ê Mijdarê bi tavahî 6 cara kedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Di êrîşê tîmên taybet de Serhat Bînen (25), Bîlal Meygîl (16), Vedat Akcanim (17),Hayriye Hudaverdî (75), Hasan Yilmaz (9), Ferhat Gensûr (16) hatin qetil kirin. Di herî dawî de welatiyên bi navê MuslumTayyar (22) ya li taxa Ferîdûnê û Sertîp Polat (20)a li taxa Tekelê ji aliyê polîsan de hatin qetil kirin.

Walîtiya Amedê wekî her gav hewl dide ku êrîşên polîsan rewa nîşan bide. Walîtî derbarê êrîşên polîsan û biryara qedexeya derketina derve ya Farqînê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku polîsên êrîşkar hatin parastin de Walîtî îddîa kir ku ciwanê bi navê Muslum Tayyar ê ku ji aliyê polîsan ve hatî qetil kirin. Bi îddiaya "endamê rêxistinê" ye lêgerîna wî heye Muslum Tayyar hat qetil kirin. Dayîka Muslum axifî û wiha got: "Kurê min li Amedê li kahwekî de dixebitî. Kurê min hatibu ji ber ku kalê wî tene dijî, serîkî li kalê xwe Hacî Eşref Guleryuz bixe. Dewlet ji bo ku xwe mafdar derxin derewan dikin. Kezeba min dişewite. Dilê min şewitî bila dilê dayîkên din neşewite."

Xweşka Muslum Dîlan Tayyar jî anî ziman ku walîtî polîsên kûjer dixwaze mafdar derxe lê belê kêsî nikarin bidin bawerkirin û wiha got: "Birê min hevalkî xwe re ji ber ku şer kiribû doz vebibû. Lê kujerên birê min qetil kirin, dewlet ji bo polîsan mêfdar derxe serî li rê û rêbazê cûda didin."

(ha/rc)