Li Farqînê hemberî êrîşan berxwedan heya serê sibê berdewam kir
12:01
JINHA
AMED - Du rojin li Farqînê qedexeya derketina kolanan berdewam bike, di nava êrîşan de du ciwanan jiyana xwe jidest da. Bi çekên giran heya serê sibê taxên Farqînê gulebaran kirin, li hemberî gulebaranan berxwedana gel jî heya serê sibê berdewam kir. Li nava taxan êrîş berdewam dike.
Li navçeya Farqîna Amedê du cara 6'an qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin. Êrîşên ser taxên Mescit, Tekel û Konakê berdewam dikin. Di nava navçeyê de du ciwanên bi navê Muslum Tayar û Sertip Polak jiyana xwe jidest dan. Di tevahiya şevê de êrîşên ser taxan bi çekên giran, wesayîtên zirxî, kepçeyan û kobreyan berdewam kirin. Tevahiya şevê dengê çekan û teqînan berdewam kir.
Li gel qetilkirinan jî hîna êrîşên tîmên tayîbet û polîsan ser navçeyê berdewam dike. Li hemberî êrîşan berxwedana welatiyan jî berdewam dike.
(sg-şa/zt)