Şervanê HPG/YJA-STAR’ê bi girseyî hatin oxir kirin
13:12
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê cenazê şervanên HPG/ YJA-STAR’ê Abdullah Aydin (Cudî Gabar) û Perihan Mendes (Sozdar Zinar) ku di şerê Elkê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin defin kirin.
Cenazê Şervanê HPG Abdullah Aydin (Cudî Gabar) û şervana YJA- STAR ‘ê Perihan Mendes (Sozdar Zinar) li Cizîrê bi girseyî hat defin kirin. Abdullah û Perihan di encam şerê ku di 24 ê İlonê de li Elkê qewimî bû de jiyana xwe ji dest dabûn û ji bo nasînê li nexweşxana Meletiyayê dihatin seknandin. Cenazê her du şervanan li ser rê ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazî kirin û girse bi durişmên “Şehîd namirin” û ”Bijî serok Apo” meşiya heya goristana Ş. Bêrîvan. Nêzîkî goristanê jinan cenazê Perihan ciwanan jî cenazê Abdullah dan ser milê xwe û heya goristanê meşiyan. Li ber derê goristanê merasimek hat li darxistin. Hevserokên Meclisa Gel a Cizîrê, Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz û gelek sazî jî tevlî merasîmê bûn. Merasim ji bo şehîdê demokrasî û aşitiyê bi rêzgirtinê despê kir.
‘Gelê Kurd serî li ber Kenan Evrena netewand li ber diktara niha jî natewîne’
Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER a Cizîrê Mele Qasim Yigit axivî û diyar kir van şervanan li jiyanek azad digeriyan û ev tişt anî ziman: "Çawa hemû kesî destê xwe da hev û Kobanê azad kirin emê wisa Bakurê Kurdistanê jî azad bikin.”
Piştî Mele Qasim Hevserokê Meclisa Gel Mehmet Tunç jî diyar kir ku kesek hêviyê xwe winda dike hemû tiştê xwe winda dike û bang li gelê Cizîrê kir û got: "Ez hêvî dikim ku gelê Cizîrê û gelê Kurd hûn hêviyê xwe winda nekin. Raste wê şehîd bi ser me de werin piştî hilbijartinê ewê êrîş zêdetir jî bivin çawa ev gel serê xwe li ber Kenan Evren û Tansû Çiller netewandiye wê li ber diktator jî netewîne.”
‘Tenê Kurdistan li ser piya ma’
Piştî Mehmet Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî diyar kir ku ew li hember pergala dagirker serkeftîne û pergal ji ber ku winda dike hev qas êrîşî wan dike. Faysal destnîşan kir ku axa Kurdistanê dergûşa mirovahiyê ye û ev tişt anî ziman: "İro jî çavê her kesî li vê axê ye. Evder dewlenmend e ev xweşikbûna welatê me bûya barê milê me lê emê her tim berxwe bidin.” Faysal got ku AKP’ê bi kaosê gef li miletê Tirkiyê xwariye û li hember vê yekê tenê Kurdistan li ser piyan maye.
Li ser navê malbatê jî Metin Mendes axivî û got ku ew bi saya van şervanan li mala xwe rehet dijîn û ev tişt anî ziman: "Şerekî bê ehlaq li ser van keç û xortan tê meşandin. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe emê li pey doza xwe bin. Ez bang li dagirkeran dikim nelet li yê ku ji we ditirse bê, nelet li yê weke we bê û nelet li we bê.”
Piştî wecîbeyên olî cenaze hatin defin kirin.
Piştî defin kirinê girse ji bo sersaxiyê çû Mala Gel a Cûdî.
(ma/zt)