Mêr lêdixe dewlet diparêze: Di nava 10 mehan de 346 jin hatin qetilkirin

13:36

JINHA

STENBOL - Li gorî daxuyaniya Wexfa Umut di 10 mehên despêka sala 2015'an de 346 jin hatine qetilkirin. Di sala 2014'an de jî 306 jin hatin qetilkirin.

Wexfa Umut lêkolînên ku kirine bi raya giştî re par kirin. Di 10 mehên despêkê yên sala 2015'an de 268 jin bi çek û kêran, bi giştî di 345 bûyeran de bi giştî 346 jin hatine qetilkirin. Gelek ji wan giran 73 jin hatine birîndar kirin.

Li gorî daxuyaniyê 46 mêr piştî ku hevser an jî heskiriya xwe qetilkirine paşê jî întihar kirine. Gelek jinên ji ber êrîşên meran birîndar bûne paşê nayê zanîn dimirin baş dibin çî li wan tê.

Herî zêde cînayet li Stenbolê tên kirin

Li gorî lêkolînên Wexfê herî zêde cînayetên jinan li Stenbolê çêdibin. Li Stenbolê 29 jin hatine qetilkirin, 4 jin giran birîndarbûne û 28 cînayetên jinan hatine kirin. Piştî Stenbolê li Îzmîrê jî 14 kes hatine kuştin, heşt kes birîndarbûne û 18 cînayetên jinan hatine jiyandin.

Li Enqerê jî 15 kes hatine kuştin û kesek hatiye birîndarkirin. Enqere di rêza sêyan de 12 cînayetên jinan lê hatiye jinankirin. Li Edeneyê heşt jin hatine qetilkirin, şeş jin birîndarbûne û 12 cînayetên jinan hatine jiyandin.

Li Kocaeliyê neh jin hatine qetilkirin, sê birîndarbûne û 11 cînayetên jinan hatine jiyankirin. Li Mêrsîna ku bi qetilkirina Ozgecan Aslan civakê bertekên mezin nîşandayî bi 10 cînayetên jinan di rêza şeşandene.

Mêrsîn bi neh cînayetên jinan, Dîlok bi heşt cînayetên jinan Amedê teqîb dikin.

Di sala 2014'an de 306 jin hatin qetilkirin

Wexfa Umut bibîrxist ku di sala 2014'an de 306 jin û 314 xizmên wan ên xwestine wan rizgar bikin hatine qetilkirin.

(zt)