Li Til Temir bi armaca avakirina komîteya perwerdê civîn hat li darxistin
14:14
JINHA
TIL TEMIR- Bi armanca avakirina komiteyek ya perwerdehiyê, li bajarê Tiltemir komitiya amadekar ya perwerdeyê a Kantona Cizirê civînek bi tevlîbûna tevahî mamoste li darxist.
Bi armanca avakirina komîteyek ya perwerdehiyê li bajarê Til Temir civîn hat li darxistin. Civîn bi beşdariya Endama Komîtiya Amedekar a Perwerdehiyê Zozan Hec Ehmed, Euad Îsmaîl, Ezher Ehmed û Hevserokê Meclîsa Gel a bajarê Til TEMIR'ê Mihemed Seîd Şêxums û Rêveberiyên Saziya Ziman Mizgîn Mihemed û 63'ê kes civîn pêk hat. Her wiha Endamên Saziya Ziman Kurdi, Mamosteyên Ereb, Endamên Peymangeha Şehîd jiyan ya bajarê Til Temir jî di civînê de amede bûn. Civîn li Salona Saziya Malbatê Şeh3ıdan a bajarê Til Temirê pêk hat.
Piştî rêzgirtinê Endama Komîteya Amedekariya Perwerdehiyê Zozan Hec Ehmed li ser girîngiya hebûna ziman axifî û diyar kir ku divê her kes xwedî li ziman, perwerdê derkeve. Piştî axaftinê rêziknamya perwerdehiya hûndirîn ji aliyê Mamoste Lorîn Yusif ve hat xwendin. Her wiha Komîteya Amedekar a perwerdê di encama civînê de 7 kes ji bo komîte û rêvebirina xebatê hilbijartin.
Civîn bi durişmeya "Xwedî li ziman, çand û perwerdehiya xwe derkeve" bi dawî bû.
(sş-ja/rc)