Cenazê Zeynel bi girseyi hat oxor kirin

17:47

JINHA

COLEMÊRG - Duh bi şev li Taxa Biçerê ya Colemêrgê polîsan êrîşî taxê kirin di dema êrîşan de Ciwanê bi navê Zeynel Kaya yê 25 salî jiyana xwe jidest da. Zeynel li Colemêrgê bi girseyî hat definkirin.

Pişti hilbijartinê hikumeta AKP 'ê dest bi êrişan kir. Duh bi şev di seat 9.00'an de tîmên tayîbet û polîsan êrîşî Taxa Biçerê ya Colemêrgê kirin. Welatiyan li hember êrîşan dest bi parastinê kirin. Di dema êrîşan de ciwanê bi navê Zeynel Kaya yê 25 salî giran birîndar bû. Li gel hemû mudaxeleyan jî Zeynel nehat rizgarkirin û jiyan xwe jidest da. Cenazê Zeynel ji nexweşxanê hat girtin û li Goristana Serê Sola bi girseyî hat defin kirin. Di dema definkirinê de Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Nihat Akdogan axaftinek kin kir. Niha diyar kir ku piştî hilbijartinê li Colemêrg û Sêrtê 7 ciwan hatin qetilkirin û got: "Çî dibe bila bibe vê civakê ticarî li hemberî zordaran serî netewandiye û dê netewîne."

Pişti axiftina Nihat, Apê Zeynel, jî wiha got: "Gelê qehreman gelê tekoşer hun hemu xêr hatin hun bi xwedi rumeta xwe derketin. Ger em nebin yek emê herin yek bi yek. Ji bo wê jî divê em wiha tifaqa xwe bikin em bi şehidên xwe serbilindin. Serê gelê kurdistanê sax be."

Herwiha li navenda Colemêrgê ji bo şermezarkirina êrîşan derabeyên dikanan nehatin vekirin.

(zyd/zt)