Jinên Surê rêveberiya xweser bi berxwedanê mezin dikin

09:13

Bêrîtan Canozer - Melîs Ilgaz / JINHA

AMED - Şeniyên navçeya Surê yên ku ji ber şer û pêvçûnên bi îlankirina rêveberiya xweser re goç bûn cardin vegeriyan cihên xwe û got ku jiyan bi berxwedanê wate digire û dê ji bo azadiya xwe heya dawiyê bi têkoşînek mezin li ber xwe bidin. Jinên ku pêşengiya rêveberiya xweser dikin anî ziman ku bi gefên mirinê natirsin û ew her çi qas me bikûjin em ê li ber xwe bidin.

Welatiyên ku li navçeya Surê ya Amedê dijiyan û bi îlankirina rêveberiya xweser re rastî gef û êrîşên tîmên taybet hatin ligel hemû kuştin û gefan peyama berxwedanê didin civakê. Welatiyên ku di pêvçûnê de mal û kargehên wan tev hatin şewîtandin bi hevparî piştgiriyê birînên xwe derman dikin. Her wiha welatiyên ku ji ber şer û pêvçûnên necar man û ji cih û warên xwe goç bikin dîsa li ser biyarê vegeriyan cihên xwe. Welatiyan bi biryara vegerê peyama berxwedanê dan û gotin ku em ê jiyana xwe bi têkoşin û berxwedanê bi wate bikin.

'Nikarîn bi mirinê me bitirsînin'

Jina bi navê Şefîke Aktaş ê ku li taxa Hasirliya Surê dijî destnîşan kir ku kesên êrîşê Surê kirin ne polîs bûn hemû wek çeteyên DAIŞ'ê bûn û wiha got: "Min di jiyana xwe de hovitiyên wiha ne dît. Me nikaribû serê xwe di paçê de derxista, dema ku me bidîtane guledibarandin. Lê dîsa em dibin dengê gule û çekan de me jiyana xwe berdewam dikir. Tanûra me ya nanê li derve bû, polîs jî taxê dorpêç dikirin. lê em dîsa diçûn û bê tirs pêwistiyên xwe pêk dianî. Malbat qirê min dikirin digotin ne çe derve û nan çêneke. Ew mafdar bûn ji ber ku polîs bê din û îman bûn. Ne digotin ev jin e an jî zaroke, dikuştin. Li ser çavên wan her kes hemû Kurd yên qetîlkirinê ne û dikuştin."

'Dîsa me bi zorê goç dikin'

Şefîka di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di salên 90'î de bi zorê ji gundê xwe goç bûne û niha jî dewlet cardin dixwaze wan goç bike. Şefîka diyar kir ku gelek welatî ji ber zilm û zordariyê dev jî warên xwe berdan û çûne, lê wan nexwest cardin goç bibin û ev car li berxwedane û wiha got: "Polîsan hemû taxên Surê dorpêç kiribû û li ser jin, zarok û kalan gefên mirinê dixwarin. Gelek caran di ser malan de digirtin û jinan tacîz dikirin. Ji ber vê yekê gelek malbat ji ber neçariya xwe got bû. Lê em neçûn û em naçin jî. Eger em biçûyan dê dewlet bi ser biketa. Em berê ji zilma dewletê tirsiyan û dev jî warên xwe berdida. Em ev çar bernadin û dê li ber xwe bidin. Ev çar ne em dê dewlet ji warê me derkeve."

'Heya ew me bikûjin em ê li ber xwe bidin'

Şefîka daxuyan ku ciranên wan ê ku goç bûn û cardin vegeriyan cihên xwe bi hevparî piştgiriyê didin hev û dê li hember zilmê têbikoşin û wiha pê de çû:"Ew çi qas li me bidin em ê bibin yek û li hêz bibin. Li vir em hemû wek hev in. Lê me bi hevparî xwe li ser piyan digirin. Nanekî me hebe em wê nanê li hev parvedikin. Li taxê aligirên AKP'ê hebûn. Ew tev reviyan. Li hava çavên me li jin û zarokan dixistin. Lê ne xem e bila li me bidin. Ew çiqas li me bidin em ê xurtir bibin û li hember wan bisekinin."

'Erdogan bi baca gelê kurd ji bo xwe qesir çêkiriye'

Şefîka di dawiya axaftina xwe de got ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi baca (vergî) gel ji xwe re qesir çêkiriyê û di qesra xwe de fermana zarokê Kurd dinîvise.

(ho/rc)