Gelo li Emniyeta Rihayê tima îskencê ya DAIŞ'ê heye?

10:51

JINHA

AMED - Li Rihayê du jinên bi gulebarana polîsan birîndarbûyîn hatine girtin. Her du jin 17 rojan di nexweşxanê de dibin çavan de hatine girtin. Paşê jî her du jin birine Emniyeta Muduriyeta Rihayê û li wê ji aliyê tîma ku tê gotin tîma DAIŞ'ê ye, ve rastî îskenca zayendî û êrîşên zayendî hatine. Jinên ku rastî îskenca hiş nagirin hatine dema ku sirgunî Girtîgeha Sincanê hatine kirin li wê tiştên ku jiyane vegotin. Jinan bang li sazî û dezgayên baldar kirin ku ji bo îskenca li ser girtiyên jinên siyasî têkevin nava tevgerê.

Li Kurdistanê bûyerên îskence û îskenceyên zayendiyên ser jinan her diçe zêde dibe. Du jinên despêkê ji aliyê polîsan ve hatîn gulebarankirin û paşê jî hatine girtin ji ajansa me re hevkiriya DAIŞ û dewletê derxistine holê. Di meha tebax û îlonê de li navçeya Wêranşara Rihayê ser ciwan û zarokan operason hatin kirin. Du jinên di dema operasonê de despêkê hatine gulebarankirin, birîndar bûne û paşê jî hatine binçavkirin tiştên ku li Emniyeta Rihayê jiyan kirine ji ajansa me ya JINHA yê re vegotin. Jinan diyar kirin ku ew li gel zarokan ji aliyê kesên di Emniyeta Muduriyetê de DAIŞ dihatin zanîn ve rastî tacîza zayendî û îskencê hatine. Jinan destnîşan kirin ku divê demek beriya demekê sazî û dezgahên peyîwendîdar ji bo rewşê têkevin nava hewildanan.

Kesên ku dihatin gotin DAIŞ'in îskenceya zayendî kirine

Li gorî vegotina Ş. Ç ya 21 salî ku di laşê wê de du gule hene ew 17 rojan li nexweşxanê dibin çavan de hatine girtin paşê jî birine Emniyeta Muduriyeta Rihayê û ji bo îfadên derew bidin zorî li wan hatiye kirin. Ji ber ku Ş. Ç ew sepandin nepejirandiye destên wê paşve girêdane, ser serê wê de torbayek sipî kêşane û ew ji Emniyeta Muduriyetê birine qata xwarê.

Ş. Ç da zanîn ku dema ew biriye qata xwarê ser serê wê de torbe girtine û kesên xwe weke DAIŞ didan nasîn li wê tacîz û tecawîz kirine. Her du jinan destnîşan kirin ku li Emniyeta Muduriyeta Rihayê tîmên kincên DAIŞ'ê li xwe kirine hene, di dema lêpirsînê de dema ku tişta dixwazin nikarin ji ciwan û zarokan bigirin serî li rêbazên cuda yên îskencê didin.

Ş. Ç: gotin 'Hun çênabin û hunê çênebin' û îskence kirin

Ş. Ç ya 21 salî ku li Emniyeta Rihayê ji aliyê kesên hatine gotin DAIŞ'in ve rastî tacîz û êrîşên zayendî hatiyî wiha got: "Li wê yekê bendikên gumlekê min vekir û singê min şidand. Yekê jî ji ber ku min nedidît nizanim kî bû bi aletekê li min dixist û bi wê aletê li organê minê zayendî dixist. Dema ku ev dikirin her dem gotinên zayendî jî digotin."

'Emê te bikujin û bavêjin xebarê kesê jî çênabe'

Ş. Ç bilêv kir ku yên ew tacîz dikirin DAIŞ bûne û wiha berdewam kir: "Yekê ji bo min got; 'Em DAIŞ'in, hun ji bo polîsên tirkan duayan bikin.' Yê ku li min dixst digot; ''Hun çênabin û hunê çênebin' û li serê min dixist. Dema ku zanî ezê tiştên ew dixwazin nebêjim mekanîzmeya çekê kêşan û serê wê xistin devê min de û gotin; 'Emê te bikujin û bavêjin, dê xebarê kesê jê çênebe.'"

Îskenca ser zarok û ciwanan berdewam dike

Jinekdin a girtî ku temenê wê biçuk a 18 salî L. T jî diyar kir ku wê tacîz û şideta qebe dîtiye. L. T da zanîn ku li kasên wê û organê wê yên zayendî xistine. Hîna ser laşê jina ciwan şopên îskencê dixwiyên û serdejî ew sirgun kirine. L. T destnîşan kir ku di derbarê rewşê de wan serî li Dozgeriya Girtîgeha Sincanê dane. L. T bilêv kir ku ji Tiba Edlî rapora îskencê girtiye, di heman rojê de li zarokên lawik ên hatine binçavkirin jî îskence kirine.

'Divê ji bo jin û zarokan ya pêwîst bê kirin'

Ş. Ç û L. T destnîşan kirin ku ser laşê zarokên li gel wan di Emniyeta Muduriyeta Rihayê de dihatin girtin morbûn û cihên şikestî hembûne. Jinan xwesitin ku girêdayî vê rewşê dem û dezgahên peyîwendîdar têkevin nava tevgerê. Jinên girtiyên ji JINHA yê re axivîn diyar kirin ku pêdiviya ciwan û zarokan bi şêwirmendiyê hene. Jinên girtî bertek nîşanî îskenceya zayendiya ji Rihayê yeha Sincanê berdewam kirî dan.

Girtiyên Jinên Siyasiyên Girtîgeha Sincanê bi nameyekê diyar kirin ku ser jinên ciwan Ş. Ç û L. T ya 18 salî îskenca zayendî ji Rihayê heya Girtîgeha Sincanê berdewam kiriye û wiha gotin: "Ji bo ku îskenceya ser du hevalên me hatî kirin, polîtîkaya dewletê ya tacîz, tecawîz û îskencê ser bedena jinan û ciwanan bê deşifrekirin em bi we re par dikin." Jinên girtî banga rêxistinên jinan û rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî têkevin nava tevgerê kirin.

(zt)