KJA starta çalakiyên 25'ê Mijdarê dê bi serdana Goristanan destpêbike
14:11
JINHA
WAN - Ji bo 25'ê Mijdarê, roja cîhanî a têkoşina li hemberî şîdeta ser jinê, bi pêşengiya KJA ya bajêrê Wanê, starta çalakiyan di 19'ê Mijdarê de bi serdana Goristanan destpêbike.
Bi pêşengiya pêkhateya KJA ya bajêrê Wanê, ji bo 25'ê Mijdarê, roja cîhanî a têkoşina li hemberî şîdeta ser jinê, xebatên ji bo lidarxstina çalakiyan berdewam dikin. Bivê boneyê di roja 19'ê Mijdarê de wê jin li pêş meclîsa nû ya taxê li navçeya Îpekyoluyê li hev kombin û serdana gorên Jinên hatine qetilkirin bikin û dest bi çalakiyên roja 25'ê Mijdarê bikin.
Li navçeyên din ên Wanê jî, çalakiyên bivê bonê wê biçi rengî bin, di rojên pêşde zelal dibe.
Çalakiyên navenda bajarê Wanê û navçeyên wê jî bi vî rengî hatine rêxistin kirin: "20'ê Mijdarê, Qelqelî, Saray, Tuşba û Westanê, di 21'ê Mijdarê de, Erdîş, Çaldiran, Bêgir, di 23'ê Mijdarê de li Elbak, Payizava û Şax, roja dawiyê ji 25'ê Mijdarê dawî li çalakiyên bajarê Wanê ên roja cîhanî a tekoşîna li hember şîdeta ser Jinan tên."
(şb/zt)