'Bila serê gerilayên me sax be'
15:59
JINHA
COLEMÊRG - Di êrîşên polît û hêzên tayîbet ser taxên Colemêrgê de ciwanê bi navê Zeynel Kaya di gulebaranê de jiyana xwe jidest da. Di taziya ku ji bo Zeynel hatî danîn de meta Zeynel Sıdıka Kaya axivî û Sidika, bal kişand li ser tekoşina Zeynel, û got ku bi hezaran Zeynel hene di rêya Zeynel de dimeşin.
Konsepta şer li Kurdistanê berdewam dike. Di êrîşên tîmên tayîbet û polîsan ser taxên Colemêrgê de raste rast tax hatin gulebarankirin. Di gulebaranê de ciwanê bi navê Zeynel Kaya giran birîndarbû, li gel hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe jidest da. Cenazê Zeynel duh li Colemêrgê bi girseyî hat veşartin. Taziya Zeynel li konê şînê berdewam dike. Di taziyê de meta Zeynel Sidika Kaya axivî.
Sidika bilêv kir ku dê her dem tekoşîna Zeynel berdewam bikin û wiha got: "Zeynel, tekoşînek bêhempa daye meşandin. Heya dawiyê jî li ber xwe da. Em dayîk sed salin van êşan dibînin, zarok û heskiriyên xwe winda dikin. Lê emê ticarî li hemberî zilmê serî netewînin. Bi sedan Zeynel hene ku di rêya Zeynel de dimeşin. Ew ticarî bi tinekirin û qetilkirinê nikarin me biqedînin. Bila serê gerilayên min sax be bila serê gelê kurd û Kurdistanê sax be. Em bi berxwedan û tekoşina Zeynel serbilind û serfirazin."
Sidika wiha berdewam kir; "Hikumetê bi qezenckirina hilbijartinê dest bi operasyonên kuştinê kir. Hikumet bila xwe şaş neke ji ber ku em dayîkin, em hêzin xwina Zeynelê min namine erdê, inşallah xweda ji bo Erdogan, nehêle. Hikumet jî baş dizanin ku yên serkeftinê qezenc dikin her tim gelên berxwedêrin serkeftin dê ya me be serê tevahiya Kurdistanê sax be."
(zyd/zt)