Êrîşên AKP'ê li Wanê hat şermezarkirin
16:18
JINHA
WAN - Rêxistina DBP û HDP'ê ya navçeya Rêya Amûşê ya Wanê bi boneya êrîş û komkujiyên li Colemerg û Farqînê şermezar bikin daxuyanî da. Hevserokê Rêxistina HDP'ê Navçeya Rêya Amûşê Okkeş Kava bang li hikûmeta AKP'ê kir û xwest bila demîldest destê xwe li ser civaka Kurd bikişîne.
Rêxistina HDP û DBP'ê ya navçeya Rêya Amûşê ya Wanê êrîşên polîsên dewleta tirk a ku ev sê rojin ku li navçeyên Farqîn û Pîran a Amedê û Colemergê li ser gel didin meşandin û di encamê de 4 welatî hatin qetîlkirin, şermeraz bikin daxuyanî dan. Daxuyanî bi tevlîbûna Parlamentera Wanê Tugba Hezer, nûner û rêveber HDP, DBP'ê, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê KJA û bi tevlîbûna gelek welatiyan li Parka Feqiyê Teyran pêk hat.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Rêya Amûşê Okkeş Kava ve hat xwendin. Okkeş anî ziman ku her çiqas di 7'ê Hezîranê de li Tirkiyê hilbijartînek demokrat pêk hat jî hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên şer welat ber bi hilbijartinek ve bir û di vê hilbijartinê de bi xapînokan bi ser ket. Okkeş got ku hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê bi hişmendiya deshîlatdarî êrîşa gelê kurd kir û ciwanên kurd qetîl kir.
'AKP'ê serkeftina HDP'ê qebûl nekir û êrîşê gel dike'
Okkeş destnîşan kir ku gelê kurd li hember êrîşa AKP'ê bi îlankirina rêveberiya xweser bersîv da dewletê û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê li Gimgim, Sîlopiya, Cizre û li gelek bajaran bi çekên giran êrîşê gelê me kir û bi sedan hevalên me qetîl kir. Lê HDP'ê ligel hemû şer û êrîşên AKP'ê di hilbijartinê de bi baweriyek mezin ji sedî 10 bi ser ket û xwe nişanda. Dewlata ku vê qebûl nekir pîştî hilbijartinê êrîşê gel kir. Em wek vê yê tu carî qabûl nakin û dê heya dawiyê şermezar dikin."
'Destê xwe li ser civaka kurd bikşîne'
Okkeş di dawiyê de bang li hikûmetê kir ku bila demîldest dev jî polîtîkayên xwe yên qirêj berde û bila destê xwe li ser civaka kurd bikşîne.
Daxuyanî bi 5 deqe çalakiya rûnîştiyê bi dawî bû.
(ho-ng/rc)