Jinên Sûryanî: Pêşengiya jina Kurd bandor li me kir
09:13
Ebîr Ehmed/ JINHA
HESEKÊ - Hêza Parastina Jinên Sûryanî diyar kirin ku parastin ji bo her jinek pêdiviyek jiyaniye û bang li jinan kirin ku tevlî hêza parastinê bibin.
Hêza Parastîna Jînên Sûryanî ên bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê xwe dî qadê parastinê de bi hêz dikin. Jinên Sûryanî diyar kirin ku li hember pergala desthilatdariyê divê jin xwe di warê leşkerî de jî bi rêxistin bikin û hêza xwe avabikin. Jinên Sûryanî dan zanîn ku li Rojava cara yekemîne ew rêxistinbûna xwe a leşkerî pêş dixin û wiha gotin: "Me hêza xwe nasnedikir, ji ber vê me pararstin weke karê mêr didît. Lê belê bi şoreşa Rojava re em ketin ferqa hêz û pêşengiya jin."
'Pêşengiya jina Kurd bandor li ser min kir'
Endama Asayîşa bajarê Hesekê a Sûryanî Cennet Xwerî armaca tevlîbûna xwe ji hêza parastinê re wiha vegot: "Li bajarê Hesekê şerên dijwar qewimîn. Piştî min pêşengiya jina Kurd di çeperên berxwedanê de dît, min jî biryar da ku ez tevlî hêzên parastinê bibim. Li bajarê Tirbespiyê min sê heyv perwerde dît. Niha jî li bajêr erka xwe yê parastinê dikim. Ji bo axê Rojava gelek berdêl hatin dayîn, armanca min a yekem xwedî li nirxê şehîdan derketine û parastina çanda gelê xwe kirine. Em ê li ser vê bingehê bi hêzên YPJ/YPG'ê têkoşîna xwe li hember çeteyên DAIŞ'ê bidomînin.
'Ji bo çareseriya aloziya Rojhilata Navîn, pêdivî bi hêza hevbeş heye'
Cennet bal kişand ser girîngiya yekbûna ewlehiyê a li Rojava pêk tê û wiha pêde çû: "Ji bo çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn avakirina hêza hevbeş gelek girîne. Ji ber vê em bang li tevahî jinan dikin ku cihê xwe di nava rêxistin û parastinê de bigrin dikin. Tevahî gel bi hevre dijî pêdiviyê gelê Kurd, Ereb û Sûryanî bi parastin, wekhevî û azadiyê heye. Bi vê zansitiyê em ê bajarê xwe li hember her cûre êrîş biparêzin û li berxwe bidin."
'Bi taybet divê jin xwe bi rêxistin bike'
Jina Sûryanî a bi navê Biha Binemîn jî wiha got: "Ji bo parastina Rojava me çek hilda û em tevlî Hêzên Sûryê a Demokratîk bûn. Armanc parastina axên xwe ji êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ye. Baweriya min heye ku dema hêz bibin yek tu kes nikare wan têk bibe. Tevahî gelê vir ji bo piştgiriyê hev amede ye. Ferq di navbera Ereb, Kurd û Sûryanî de nîne. Divê bi taybet jin hêza xwe nasbike û xwe bi rêxistin bike li hember pergala desthilatdariyê. Dî serî de me hêza xwe nasnedikir, ji ber vê me parastin weke karê mêr didît. Lê belê bi şoreşa Rojava re em ketin ferqa hêz û pêşengiya jin."
(rc)