'Ketina deng nabe asteng pêşiya demokrasiyê'

09:13

Gulîstan Bekîr/JINHA

HESEKÊ - Hilbijartina 1'ê Mijdarê a ku bi hîle û êrîş li Tirkiyê pêk hatî rastî bertekê jinan tê. Jinên bajarê Hesekê encama hilbijartina 1'ê Mijdarê nirxandin û gotin: "Ketina deng nabe asteng li pêşiya demokrasiyê. HDP'ê bi siyaset û rêgezên xwe ên ehlaqî wê demokrasiyê li tevahî civakê belav bike.

Hilbijartina 1'ê Mijdarê a ku tenê li ser daxwaza hikûmeta AKP'ê pêk hatî rastî bertekê jinan tê. Encamê hilbijartinê ji aliyê jinên bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê ve hat nirxandin. Jinan diyar kirin ku divê hemû gelê aştî û demokrasîxwez li gel HDP'ê bin û têkoşîna azadiyê bişopînin. Rêvebera Mala Jin a bajarê Hesekê Edîbe Sifûk da zanîn ku tenê partiya HDP'ê wê demokrasiyê gelan pêk bîne û waha got: "AKP'ê hemû deng bi riyê tundî û şîdetê bi destxist. Di pêvajoya hilbijartinê de li herêmê Kurdistanê jin, zarok û ciwan qetil kirin. Hikûmet û dewleta Tirkiyê xwest bi riyê êrîş û terorê bibe desthilatdar. Pirsgirêk ne encama hilbijartinê ye, a girîng baweriya me bi serket."

'Li beramberî hemû terorê ku AKP'ê pêk aniye HDP'ê bi serket'

Edîbe destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê xwedî siyasetek faşîst û nijetpereste û wiha domkir: "Ji berjiwendiyê gelan zêdetir berjiwendiya desthilatdariyê xwe difikire. Xwerêvebirin û îlankirina xweseriya demokratîk ne pejrand û li hember xwe wek tehlûke dît. Ji ber vê cardin li tevahî welat hilbijartin dubere kir. Di pêvajoya hilbijartinê hikûmeta AKP'ê gelek teror li hember gelê Kurd pêk anî. Komkujî û qedexeyê derketina kolanan li herêmên Kurdan îlan kir. Armanc ji tevahî êrîşan tirs xistina nava gele. Lê belê li beramberî hemû terorê ku AKP'ê gel vîna xwe nîşan daye û HDP'ê bi ser ketiye."

'Gelê me bi vîna xwe bi serketiye'

Edîbe diyar kir ku her çiqas AKP'ê li Tirkiyê dengê zêde stand û bu desthilatdar jî vîna gel ji desthilatdariyê wî bi hêztire. Edîbe wiha dirêjî da gotina xwe: "Vîn, têkoşîn û berxwedaniya gel bi serketiye. Li hember hemû zordariyê dewletê gelê Kurd bi salane berdêl ji bo jiyana azad dide û dê bide."

'Pêwîste her kes li dijî tundiya AKP'ê li berxwe bide'

Her wiha Sûreya Hisên jî wiha got: "Ketina deng nayê wateya dawî li têkoşîn û berxwedanê hatiye. HDP'ê her dem alîgirê aştî û demokrasiyê ye. Ketina deng nabe asteng li pêşiya demokrasiyê. Rûxmî ewqas êrîş cardin gel piştgiriya aştî û demokrasiyê kir. Divê gelê Kurd encam ji vê hilbijartinê bigre û zanibe ku dijmin têk çûye." Sûreya di dawiyê gotina xwe de bang li raya giştî kir ku li hember êrîşê hikûmeta AKP'ê bibin xwedî helwest û wiha pêde çû: "Hikûmeta AKP'ê piştî ku desthilatdariya xwe misoger kir êdî wê her tiştî mafê xwe bibîne. Divê her kes li hember van êrîşên dervî mirovahî xwedî helwstbin û hikûmeta AKP'ê bi her aweyî bên şermezar kirin."

(rc)