DEM-GÊNÇ dê di 29'ê Mijdarê de kongre lidarbixin
10:22
Berîtan Canozer / JINHA
AMED - DEM-GÊNÇ bi dirûşma "Emê bi rêxistinbûnê, jiyana azad ava bikin" dê di 29'ê Mijdarê de 1. Kongra xwe ya Asayî pêk bînin. Hatîce Dag bi lêv kir ku li bendêne bi hezaran xwendekar dê tevlî kongrê bibin û derqakê kongirê de wiha agahî da: "Dê ji zanîngehan roja ku derkeve kongrê ronî bike. Em bang li hemû ciwanên sosyalîst û welatparêz dikin ku beşdarî kongreya ji hemû rengan tevlîbûn heye dikin."
Federasyona Komeleya Ciwanên Demokratîk (DEM-GÊNÇ) bi dirûşma "Emê bi rêxistbûnê, jiyana azad ava bikin" dê di 29'ê Mijdarê de 1. Kongra xwe ya Asayî bi beşdariya 500 delegeyan û bi tevlîbûna 5 hezar ciwanan pêk bînin. Bi taybetî jî li bendêne ji her zanîngehan xwendewan tevlî kongrê bibin. Dê ji Tirkiye û Kurdistanê tevlîbûn hebe. Ciwanên rêxistinbûyî dest bi xebatan kirin. Endama Komeleya Xwendewanên Azad ê Zanîngeha Dîcle (DUO-DER) yê Hatîce Dag derhaqê xebatan de agahî da.
'Rewatiya dewletê nayê qebûl kirin'
Hatîce destnîşan kir ku kongreya wan rastî şerê li Tirkiye û Kurdistanê berdewam dike hatiye û wiha got: "Îro li cihanê tekoşîna gelê Kurd dimeşîne ji deşt û çiyayan qelibî bajeran. Li gelek bajarên Kurdistanê di serî de qedexekirina kolana û polîtîkayên şêr tê meşandin. Operasyonên li ser gel û qadên parastina medyayê tê kirin, zirar da pevajoya bêçalaktiyê. Dewlata gelê xwe bombe bike rastiya wê nayê qebûlkirin. Dê gel hesabê bombeyên di mitîngan de tên teqandin û bombebaranên gotistanan bipirsin."
Hatce wiha domand: "Emê bi ciwanan re nîqaşên ser wekhêviyê bikin. Em bang li hemû rêhevalên xwe dikin ku tevlî 1. Kongre ya Asayi ya Federasyona Komeleya Ciwanên Demokratîk (DEM-GÊNÇ) bibin. Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi serkevin. Em bang li hemû kesî dikin ku xwedî li pevajo û kongreyê derkevin."
(ha/zt)