Zarokên ku gihayê jehrî xwarine jiyana wan di tehlûkê de ye
10:45
Mijdar
6
/ 2015
JINHA
KOBANÊ - Li gundê Metîn ya Kobanê du zarok di encama xwarina gihayek nayên zanîn de bi jehrî ketine û rewşa wan bi tehlûke ye.
Li gundê Metîna ya Kantona Kobanê zarokên bi navê Cîhan Şêx Mihemed û Dilyar Şêx Mihemed di encama xwarina gihayek nayê zanîn bi jehrî ketine. Piştî ku malbata Cîhan û Dilyar bi wan dihesin ew radikin Nexweşxaneya Emel a Kobanê . Bavê zarokan Hogir da zanîn ku piştî zarok giha xwarine herdû bi ser hişê xwe ve çûne û rewşa wan di xeteriyê deye.
(re-zk/rc)