Sur dibin dorpêça polîsan dene
12:23
JINHA
AMED - Li navçeya Sûr a Amedê polîsên ku duh êrîşî çalakiya ciwanan a ji bo piştgiriya berxwedana Farqînê kirin îro jî navçeyê dorpêç kirin.
Li navçeya Sûr a Amedê duh êvarê ciwanan ji bo piştgiriya berxwedana Farqînê daketibûn kolanan û polîs jî xwe li çalakiyan negirtibû, êrîş kiribû. Pevçûna di navbera ciwan û polîsan de heya derengê şevê berdewam kir. Piştî pevçûnan, di saetên sibê de polîsan bi gelek wesayîtên zirxî li navçeyê xwe bicih kirin, bi taybet li ber Qereqola Çarşiyê bi dehan wesayîtên zirxî hatine bicihkirin.
Her wiha li ser navçeyê tevgera hewayî ya helîkopteran heye.
(zt)