Dayîk piştevanên eniya şer in
12:57
Mijdar
6
/ 2015
JINHA
DÊRIK - Dayîkên bajarê Dêrikê ji bo şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên li eniyê Şer xwarinê amede dikin.
Îro ji saetên sibehê de bi dehan jin li malek a bajarê Dêrikê kom bûn û dest bi amedekirina xwarinan ji bo şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin. Piştî ku xwarin were amadekirin wê bişînin eniyên şer ên li başûrê bajarê Hesekê. Dayîka bi navê Wensa Şawîş ku bi xwe ji malbatên şehîdan e, dibêje: “Ev wekî alîkariyeke manewî ji bo şervan û parastvanên rûmetê ye."
(rc)