Ji Hîro Xan ji bo HDP’ê peyama pîrozbahiyê

14:06

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Polît Buroya YNK’ê Hîro Xan, serketina HDP’ê ya di hilbijartina 1’ê Mijdarê de pîroz kir.

Endama Polît Buroya YNK’ê û hevjîna Mam Celal, Hîro Xan serkeftina HDP'ê ya hilbijartina 1'ê Mijdarê de pîroz kir. Peyam bi gotina 'Silavek gerim' despêkir û wiha hat gotin: "Ji ber HDP'ê cara duyemîn benda ji sedî 10 derbas kir, her wiha weke partiya sêyemîn derbasî parlamentoya Tirkiyeyê bû, bi serê xwe serketineke mezin e û ez ji dil wan pîroz dikim. Her wiha bi vê peyama xwe ez hemû gelê Bakûrê Kurdistanê jî silav dikim. Hemû cîhan vê serketina li Bakûrê Kurdistanê dibîne. Di nava atmosfera şer, her wiha şert û mercên ne asayî de ev encam bidest xist. Îro roja serketina azadî, aştî û demokrasiyê ye. Ez hêvî dikim ku wê li ser van encamên hatine girtin, pêvajoya çareseriyê ber bi pêşde biçe û wê bibe xala gelê me yê Bakûrê Kurdistanê di doza daxwazên mafê neteweyî de bingehe encameke. Ez ji bo wan serketinê dixwazim."

(rc)