‘Ji bo Kadera meşaleya azadiyê bilind kirî hezar silav’

15:58

JINHA

STENBOL - TOPG yê Kader Ortakaya ya ku sala derbasbûyî li ser sînorê Pirsusê ji aliyê leşkeran ve hatî qetilkirin li ser gora wê bibîranîn. Di bîranînê de endama TOPG yê Perihan Koca axivî û got: "Yên Kader qetilkirin çeteyên li cepe, diz, qetuamcî û cînayetkarên deshilatiya AKP'ê bûn."

Endamên Hewla Partiya Azadiya Civakî (TOPG) Kader Ortakaya a ku sala derbasbûyî ser sînorê Pirsus-Kobanê hatî qetilkirin li ser gora wê ya li Goristana Habibelerê hat bibîranîn. Di bîranîna ku têde pankarta "Ji çiruska agir re hezar silav, Kader Ortakaya bêmirine" hatî hildan de dem dem duruşmên weke "Ji Arînan heya Kaderan tekoşîn berdewame", "Ji Kobanê re hezar silav", "Di şerê me de heval Kader dijî" û "Soza me ji bo Kaderê dê şoreş bibe" hatin bilind kirin. Xwişka Kader Ayşegul Ortakaya jî beşdarî bîranînê bû.

'Kesayetên dîrokî rojên dîrokî afirandine'

Li ser goristanê despêkê endamê TOPG'ê Emre Arikuşu axivî û got: "Hun dikarin Kader qetilbikin, lê hun nikarin tekoşîna wê qetilbikin. Bila yên li Pirsus û Farqînê hatîn qetilkirin baş bizanin ku hesabê van qirkirinan dê bên pirsîn. Em di rojên dîrokî re derbas dibin. Kesayetên dîrokî rojên dîrokî avadikin. Weke Nejat, Aziz û Kader... Her şoreş bi çiruskek biçuk despêdike. Kader di heqîqetê de hemu qalibên cemedê yên gihayîn hev şikand. Ya dikeve ser milê me jî şopandina rêya wane." Emre bilêv kir ku ji bo tekoşîna kurdan, karker û jinan Kader rolek giring lîstiye.

'Kader sînor bixunavkir'

Perihan Koca jî balkişand ser tekoşîna Kader û wiha domand: "Em qatîlên Kader ji Pirsus û Enqerê nas dikin. Em ji canên xwe yên ku me li Geziyê windakirine dizanin. Deshilatiya AKP'ê ya diz û cînayetkare. Terora dewletê bi xweye. Em ji vê deshilatiya ku di çeperên bircuwaziyê de li ber xwe dide hesab bipirsin. Emê pêşengiya jinan di çeperên herî pêş de bigirin. Ji ber ku ser vê erdnîgariyê serhildanên jinan tên jiyandin. Kader jî ji vê re pêşengî kir."

'Ji bo li hemberî DAIŞ'ê şer bike çu'

Di dawiyê de Meral Çinar jî wiha axivî: "Kader ji bo li hemberî dishilatiya mêran a herî paşveru DAIŞ'ê şer bike çu. Ji ber ku ger em îro mudaxele nekin dê sibê bombe li ber me biteqin. Kader kedkarbû. Ew bi nasnameya xwe ya komînîzmê dihat nasîn. Ji bo ku vê bi tevgera kurdan re bike yek ket rê."

Piştî axaftinan ji aliyê hevalên Kader ve Sîroda Karkerên Avusturya ya ku wê bi xwe jî her dem digot hat gotin û bîranîn bi dawî bû.

(zt)