Li Surê birîndarên giran hene, li cihê alîkariyê polîs êrîş dikin
17:16
JINHA
AMED - Di êrîşên polîsan ên ser Surê de welatiyek giran birîndar bû. Welatiyê ku birîndarbûyî li nava kolanê dirêjkirî li benda alîkariyê ye, welatiyên dixwazin alîkariyê bidin rastî gulebarana polîsan tên.
Piştî dorpêça polîsan li deverên weke Yugurt Bazarê, Taxa Hasirliyê û Kurşunlu Camiyê yên Surê şer berdewam dike. Di encama êrîşa polîsan de welatiyek giran birîndar bû. Welatiyê birîndarbûyî li nava kolanê dirêjkirî li benda alîkariyê ye. Welatiyên ku xwestin alîkariyê bidin welatiyê birîndar rastî gulebarana polîsan hatin. Bi ti awayî nahêlin welatî alîkariyê bidin birîndaran û abulans jî nikarin têkevin cihê bûyerê.
(be-ny/zt)