Di dîroka rojnama Bîldê de cara yekem jin bû derhenera weşanê

17:20

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnama Bîld a li Elmanya yê weşanê dike cara yekem jina bi navê Tanit Koch li rojnamê bû derhenera weşanê.

Rojnama Bîld a ji sala 1952'an ve weşanê dike, derhenera weşanê guherî. Ji sala 2001'an de Kai Diekmann a ku derhenertiya weşanê rêve dibir de Tanit Koch bû derhenera weşanê.

Tanit Koch ku 1'ê Kanûna 2016'an de erka weşanê bigre ser milên xwe û di dîroka rojnama Bîldê de cara yekem jin dibe derhenera weşanê. Tanit Koch di sala 2009'an de di koma Welt de berpirsiyariya derhenera weşanê kiriye û di rojnama Bîld de jî cîgirê derhenera weşanê bûye.

(ha/zt)