Di çeperên şer de berxwedana şervanên YPJ'ê

09:08

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ - Berxwedana Şervanên YPJ'ê li çeperên başûrê rojhilata bajarê Hesekê berdewam dike. Şervanên YPJ'ê diyar kirin ku tevî Hêza Demokratîk a Sûriyê ew ê tevahî axê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin.

Li çeperên şer ên dora gundên bajarê Hesekê berxwedanek bê hempa ji aliyê şervanên YPJ'ê ve bi rojane tê dayîn. Piştî ku bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê bi temamî ji çeteyan hat paqij kirin, tevî hêza demokratîk a Sûriyê hêzên YPJ'ê jî xwe ji bo rizgarkirina tevahî axê Sûriyê dest bi hemle kirin. Derbarê hemleyê ku hatî despêkirin de şervanên YPJ'ê armanca xwe anîn ziman.

'Alê serkeftinê wê herdem li ba be'

Fermandara YPJ'ê Rojbîn Hesekê diyar kir ku ew hemle ji bo rizgarkirina tevahî axên Suriyê dane despêkirin û wiha got: "Hemle me ji bajarê Hesekê despêkir û heya ku tevahî axên Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bibe dê hemleyê me berdewam bike. Alê serkeftinê wê herdem li ba be. Hêzên YPJ'ê rolek aktîf di nava vê hemlê de dileyzin. Her kesê ku qala mirovahiyê dike divê bê û berxwedana şervanên YPJ'ê di çeperan de hember çeteyên DAIŞ'ê bibîne. Berxwedana şervanên YPJ'ê di dîrokê de weke felsefeyek ji mirovahiyê re wê bê vegotin. Felsefeya jina azad di kesayetê hêzên YPJ'ê de bi nasname dibe. Ji ber vê divê jin berê xwe bidin nava hêzê YPJ'ê û tevlî berxwedana dîrokî bibin."

'Dê têkoşîna me heya dawiyê bidome'

Her wiha şervana YPJ'ê Rosiya Reşo behsa hemleyê kir û wiha got:"Di serî de me gundê Seran rizgar kir, çeteyên DAIŞ'ê êdî ji neçarî tenê êrîşên întîharî pêk tîne. Em êrîşên wan bi tecrûbeyên xwe vala derdixin. Heya ku dilopek xwînê me mabe ji bo azadiya welat em amede ne li berxwebidin." Hêvî Botan jî qala hêza YPJ'ê kir û wiha got: "Çar salin şervanên YPJ'ê li ser xaka Rojava berxwedanek bê hempa pêk tîne û welat ji êrîşên hovane diparêzin. Em niha li gel Hêza Demokratîk a Sûriyê li berxwe didin. Tê têkoşîna me heya serkeftinê bidome."

(rc)