Asya Yuksel: Bi derxistina vê biriyarê hat dîtin ku rêveberiyên xweser çiqas pêwist û rewaye
09:09
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX – Asya Yuksel bertek nîşanî beratkirina 8 kujerên endamê JİTEM’ê da û diyar kir ku ev biryar bê edaletiya Tirkiyê derdixe holê û ev tişt got: "Bi vê biryarê li kirinên salên 1990’an xwedî derdikevin û bi vegera van salan gef li gel dixwin. Vê biryarê carakadin nişanê me de ku rêveberiyên xweser çiqas pêwist û rewane.”
Doza ku di derheqê kuştina 21 kesê li Cizîrê di salên 1993 û 1995'an de hatibûn kuştin hatibû vekirîn li 2’emin Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê hat dîtin. Di doza ku Albayê teqawîtbûyî Cemal Temîzoz û serokê berê yê şaradariya Cizîrê Kamîl jî tê de 8 endamên JİTEM’ê dihatin darizandin duh hat dîtin û hemû bersuc hatin berat kirin. Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Asya Yuksel bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ev biryar dawiya hûkûka Tirkiyê ye. Asya desnişan kir ku tu hêviyê wan ji vê hiquqê nemaye û ev biryar carakadin derdixe holê ku rêveberiyên xweser çiqas pêwist û rewane.
‘We kuşt we baş kir’
Asya bilêv kir ku di salên 1990’an de gelek kes li Şirnexê bi aweyekî hovane hatine qetilkirin û wiha axivî : “Hin kesên ku kuştin avêtin biran, avêtin ber patosan û bi wî şeklî bi hezaran zarok hiştin bê bav.” Asya balkişand ser beratkirina Cemal Temizoz û ev tişt anî ziman: "Cemal Temîzoz di dadgehê de dibêjê ‘Di salê 1990’an de wek nihabû kes nikaribû têketina taxên ez ketimê û min aramiyê anî Cizîrê’ aramiya wî jî kuştin û qetlîm bûn.” Asya got ku tu ferqa salên 1990’an û niha tine û wiha dom kir: "Cemal Temîzoz û hevalê xwe qetlîamek mezin kirin, lê niha ev pergal wan diparêze û li pey biryara qetlîmê ye. Bi vê parastinê AKP ev peyam dide kujera ‘Wê demê ji bo ku win PKK’ê bi qedînin we kuştin kir we tiştek baş kir.'”
‘Wê rêveberiyên cewherî edaletê pêk bînin’
Asya anî ziman ku bi vê biryarê hemû hêviyên wan yê li hember hiquqê şikiyane û wiha got: "Dozên KCK’ê û dozên Ergenekonê bi hev du re despêkirin, lê kesên ku mafê mirovan diparêzin bi salan di girtîgehan de dimînin nexweş dikevin û di girtîgehê de jiyana xwe ji dest didin. Yên ku bi sedan kesan kuştiye jî beraat dikin.”Asya desnişan kir ku birayarê bi vî rengî xitmandina hiquqê nişandide û carekadin dertê holê ku rêveberiyên xweser çiqa pêwist û rewa ye û wiha berdewam kir: "Em vê birayarê qebûl nakin kesekî destê wî di xwîna bi sedan insana de be beratkirin bê edelatiyek mezin e. Van kesan di wijdanê mirovan de hatine mehkûm kirin encex rêvebiriyên cewherî vê edaletê pêk bînin.”
‘Êdî win nikarin werin bi Torosê xwe yek bi yek me bibin’
Asya da zanîn ku Cizîr cihek wisane ku bi hezeran Failên kiriyar nediyar lê hatine jiyankirin, biryarên bê hiquqî kesî natirsînin û xwedî derketina li rêveberiyên xweser zêde dibe û wiha pêde çû: "Gel dibêje em vê pergalê bi vî şeklî qebûl nakin.” Asya bi lêv kir ku hûkûmeta AKP’ê bi her awayî qetlimê salê 1990’an gef li wan dixwe û wiha got: "Li hember vê yekê tenê rêyek li ber me dimîne ew jî berxwedan e û xwedîderketina li rêveberiyên xweser e. Êdî dewlet nikare were yek bi yek me bikuje. Îro kesê ku nobetê taxan digrin hemû gelin.”
(ma/zt)