Jinên Wanê: Li hember her êrîşê têkoşîna me dê bidome
09:12
JINHA
WAN - Jinên Wanê bertek nîşanî operasyonên leşkerî ên li herêma Kurdistanê dan û diyar kirin ku berpirsyarê hemû qeyarana ku tê jîn AKP'ê ye. Jinan wiha gotin, "Li hember her êrîşê têkoşîna me dê bidome. Em ê tu carî dengê xwe nedin Erdogan."
Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê a ku li Kurdistan û tevahî Tirkiyê pêk hatî operasyonên leşkerî her ku diçe zêde dibe. Bi hilbijartina 1'ê Mijdarê û şûn de cardin li Gever, Ferqîn, Lîcê, Gimgim û gelek herêmên din êrîş bê navber didome. Jinên Wanê bertek nîşanî operasyonên ku li herêmê pêk tên dan û anîn ziman ku divê hikûmeta AKP'ê dawî li konsepta şer bîne. Jinan destnîşan kirin ku hikûmeta AKP'ê piştî hilbijartina 1'ê Mijdarê şer li dijî Kurdan gerim kiriye û gotin berpirsyarê wendahiyê can tev AKP'ê ye.
'Şeva hilbijartinê êrîşê Geverê kirin'
Sabîha Aslan diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi şer û komkujî hilbijartinê de bi ser ketiye û anî ziman ku HDP'ê li beramberî binçavkirin, tundî û girtin cardin ji sedî 10'ê bendavê derbas kiriye û çûye meclîsê. Sabîha wiha got: "Me li Ferqîn û Geverê bi serxist. Lê Erdogan li bajar, navçe û gundên din dizî kir û bi serket. Li beramberî hemû tundî jî em wek partiya siyem di meclîsê de ne. Ev encama têkoşîneke. Gelek kes ji bo dawî li vî şerî bê dengê xwe dan AKP'ê. Lê di ferqa hovîtiyên hîn meztir de nînbûn. Şeva hilbijartinê êrîşê taxên Geverê kirin. Piştre Ferqîn dorpêç kirin û qedexeya derketinê îlankirin. Ji ber deng ji van herêman nestand hewl dide komkujî pêk bîne. Berî hilbijartinê bi mehek Beşîr Atalay hat vir û bi leystûkan deng dizîn. Divê êdî gelê Kurd hişyar bin. Heya dilopê xwîna xwe ya dawî em ê li qadanbin û têkoşîna xwe bidomînin."
'Em ê tu carî dengê xwe nedin Erdogan'
Zelîha Elter jî da zanîn ku piştî hikûmeta AKP'ê hat ser îqtîdarê şer gerimtir kiriye û got bi taybet li herêmên ku dengê xwe wenda kiriye êrîşê wir dike. Zelîha bi lêvkir ku operasyonên leşkerî didome û wiha pêde çû: "Li beramberî tevahî êrîşan dê têkoşîna me berdewam bike. Em ê tu carî dengê xwe nedin Erdogan."
'Yek deng ji canê mirovek ne buhatire'
Mîna Dervîş a ku berî salek ji Azerbaycanê hatiye Wanê diyar kir ku ew wek mêhvan hatibû Tirkiyê û got ew bi çavê xwe dîtiye ji bo yek deng mirov tên qetil kirin. Mîna wiha domkir: "Ev salek ez li Tirkiyê dijîm. Îran, Ewropa ango Tirkiyê em tenê aştiyê dixwazin. Ji bo yek deng divê mirov neyên qetil kirin. Hilbijartin ji canê mirovek ne buhatire."
(rc)