DÎK komxebata jin li dardixe
09:13
Têkoşîn Tekîn/JINHA
AMED - Hevseroka DÎK'ê û parlementera HDP'a Stenbolê Huda Kaya anî ziman ku ji bo komxebata jinan mijarê têkoşîn û jinên rêxistinî program amade kirine û derhakê komxebata jinan de wiha agahî da: "Me mijarê giringiya zimanê zikmakî, dirokê de baweriya olî, jin û ked diyar kir. Armanca kongra 2. qala pêşketina Rojhilata Navîn, şîdeta hemberî jinê û mijara Kerbelayê bi civakê re parve bikin."
2. Kongra Asayî a Kongra Demokratê Îslam (DÎK) wê di 18-20' Berfembarê de li Stenbolê pêk were. Meclîsa Jin a DÎK'ê berya kongra 2. hedef dikin ku li Amed û Stenbolê komxebata jinan pêk bînin. Hevseroka DÎK'ê û Parlementera HDP'a Stenbol Huda Kaya anî ziman ku ew armanc dikin berî kongre komxebata jinan pêk bînin û wiha got: "Ji welatên Îslam Tirkiye, Sûriye, Ewropa hwd. komele û sazî beşdarî kongre bibin. Bi tevlîbûna 400 delegeyî û bi tevlîbûna mêvanan tevahî kongre ji wê hezar kesî pêk were. DÎK li ser xwesteka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan hat avakirin û em ê Kongra xwe a 2. di meha Berfembar ê de pêk bînin."
'Li her qadên Tirkiyê çalakiyên jinan wê hebe'
Huda anî ziman ku du hefte bimîne ji kongrê re wê komxebata jinan pêk bînin û wiha got: "Ji bo komxebata jinan mijarê me daye pêşiya xwe wihane; giringiya zimanê zikmakî, dirokê de baweriya olî, jin û kede. Hedefame xebata jinan bikin heremî û li her qadên Tirkiyê çalakiyên jinan wê pêk bê."
'Lêkolîna heqîkatê dikin'
Huda anî ziman ku çavkanî tenê Kûran-i Kerîme û wiha dom kir; Di nav hişmendiya mirovahiyê de wekheviya jin, mêr û heya jiyanek bi rûmet xala herî girînge. Di perspektîfa olî de em lêkolîna heqîqetê dikin. Dema li rewşa Tirkiyê dinêrin hişmendiyek qirêj diqewime û di bin navê 'cîhat'ê de dewlet wahşetê meşru dike."
'Li ser hişyarbûna rêxistbûyîna jinan xebat dê were meşandin'
Meclîsa Jinên DÎK'ê anîn ziman ku piştî kongrê li her qadên Tirkiyê çalakiyên jinan wê pêk bînin û xwe bigînin jinên muhafazakar. Huda da zanîn ku wê xebatên rêxistinî were meşandin û wiha got: "Kongra 18-19-20'ê Berfambarê de pêk were û wê kongreyek navneteweyîbe û ji Tirkiyê akademisyen, nivîskar, alimê olan û ciwan dê beşdarî beşdarî kongre bibin."
(ha/rc)