‘Farqîn berxwe bide Cizîr bi te re ye’
09:14
JINHA
ŞIRNEX - Gelê Cizîrê bi armanca ku piştgirî bidin gelê Farqînê rêya Hevrîşimê girt, li taxên Yafes, Nûr û Sûrê meş li darxist û çalakiya deng derxistinê pêk anîn. Gel di çalakiya de dûrişmên “Farqîn berxwe bide Cizîr bi te re ye” berz kirin.
Li navçeya Şirnexê Cizîrê bi armanca ku êrîşên li ser gelê Farqînê şermezar bikin derketin kolanan. Gelê Cizîrê li Taxên Nur(Çemkûrk), Sur, Yafes û bi tililî û lêdana tenekeyan deng derxistin û li taxan de meş pêk anîn. Girseya ku ji hezaran kesî pêk dihat li kolanê Cizîrê geriya û dûrişmê “Bijî berxwedana Farqînê” “Farqîn berxwe bide Cizîr li pişta te ye” “Em ê berxwebidin û bi ser bikevin” berz kirin. Hêzên parastina rewa jî barîkat danîn ser rêya Hevrîşimê girtin û bi berdana fîşekên hawayî piştgiriya xwe ya bi Farqînê re nîşan dan.
‘Berxwedana Farqînê berxwedana me hemûyan e’
Jina bi navê Nefiya ku tevlî çalakiya deng derxistinê bû got ku ew di serî de berxwedana Farqînê silav dikin û ev tişt anî ziman:” Berxwedana Farqînê berxwedana me hemûyan e. Ji vê neheqiyê re êdî bes e. Çi ji me dixwazin. Em dixwazin aşîtî bê welatê me.” Nefîya balê kişand ser dorpêça Cizîrê ku berî niha pêk hatibû û diyar kir ku wek şerê Viyatnam û Filîstînê şer li ser wan dane meşandin. Nefîya anî ziman ku wan li hember hemû êrîşan jî berxwedaye û wiha dawî li gotinê xwe anî:”Em disa jî dibêjên aşîtî. Em dixwazin ev şer bê seknandin dema nesekine jî em ê berxwe bidin. Em ji ber şer ji gundan reviyan hatin bajaran dîsa li ser serê me şer dike. Êdî cihek em pêde herin nîne em ê jî berxwe bidin.”
Jina bi navê Wesîla Duru jî piştgiriya xwe bi gelê Farqînê re diyar kir û got ku ew bi kuştinê û girtinê xelas nabin û wiha axivî:” Em wek gelê Cizîrê em li pişta Farqînê ne. Em li pişt hevalê xwe ne heya dilopek xwîn di canê me de em ê li pey hevalê xwebin û berxwebidin.” Wesîla got ku êrîş wan na tirsînin her êrîşek wan xurtir û geştir dike."
Saet 1'ê de jî gelê Cizîrê wê li taxa Surê li hev kom bibin û meşek ji bo piştgiriya gele Cizîrê li darbixin.
(ma-aı/rc)