Ciwanê birîndar jiyana xwe ji dest da
10:43
JINHA
AMED - Ciwanê bi navê Ferhat Dogru yê ku duh bi guleya polîsên tîmên taybet birîndar bibû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Ciwanê bi navê Ferhat Dogru (18) yê ku duh li Taxa Hasirli ya navçeya Sûr a Amedê, di êrîşa polîsên tîmên taybet de hedef hatibû girtin û birîndar bibû jiyana xwe ji dest da. Ferhat, piştî ku birîndar ket ji ber gulebaran polîsan bi zorê ji taxê hatibû derxistin û ew biribûn nexweşxaneyê. Ferhat ku ji duh ve ye tedawiya wî berdewam dikir, li gel hemû mudaxaleyan jî jiyana xwe ji dest da.
Piştî hilbijartina 1'ê Mijdarê di encama êrîşên polîsan de hejmara kesên sivîl ku li Sêrt, Colemêrg û Amedê jiyana xwe ji dest dan bi Ferhat re gihîşt 9 kesan.
(rc)