'Li hember mirinê tenê hêza me berxwedane'
11:25
JINHA
AMED - Îsmet Gezîcî a ku berî 5 rojan ji aliyê tîmên taybet ve li Ferqînê hatî qetil kirin keça Îsmet Hamdiye Gezîcî got: "Zarokên wan wê di dibistanên taybet de bixwînin û di qesrê de bijîn, parê me Kurdan jî cardin tenê mirine. Li hember kesên tenê mirinê ji mera rewa dibînin serî netewandin û berxwedane."
Li navçeya Ferqîna Amedê qedexeya ku li taxên Tekel, Mescît û Konaklı berî 5 roj hatî îlan kirin berdewam dike. Li bajêr ji aliyê tîmên taybet ve 4 sivîl hatin qetil kirin. Îsmet Gezîcî jî dema ku xwest biraziyê xwe Engîn Gezîcî xilas bike ew jî bû hedefa sekfanên tîmên taybet û hat qetil kirin. Keça Îsmet Hamdiye di bin dorpêç û dengê guleyan de şînê qebûl dike.
Hamdiye di mala şînê de hêrs û îsyana ku dijî wiha vegot: "Temenê dayîka min 55 salî bû. Ma qey destê wê de çek hebû? Yek gunehê wê nînbû, tenê sucê wê biraziyê xwe xilas kirin bû. Erdogan bi vê êşa ku bi meda jiyan kirin dilê me şewitandin. Ez ji xwedê hêvî dikim ku dilê Erdogan jî bişewtîne û êşê zarokê xwe bibîne. Em dibêjin êdî bese, heya kengî ev şer? Em dibêjin aştî ew me dikûjin. Bi mirinan wê tu carî dawî li me neyê."
Hamdiye got: "Em dizanin kî kujere, dixwazin bi sekvanan me bixapînin. Tayyîp Erdogan tenê tiştê dike qetil kirina Kurdane. Bi xwe tevî zarokên xwe li qesrê dijî, mirin û zilm ji mera rewa dibîne. Çawan me êşa dayîk û biraziyê xwe dît, ji xwedê hêvîdikim ku ew jî heman êşê bikîne. Zarokên wan wê di dibistanên taybet de bixwînin û di qesrê de bijîn, parê me Kurdan jî cardin tenê mirine. Li hember kesên tenê mirinê ji mera rewa dibînin serî netewandin û berxwedane. Bila Erdogan û herkes bizanibe bi kuştinan wê dawî li Kurdan neyînin. Hûn çiqas bikujin em ê ewqas zêde bibin."
(rc)