'Neceza kirin biryara qetlimê nû ye'

12:03

JINHA

ŞIRNEX - Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya 356’min de aqubeta 21 kesên ku di nava salên 1993- 1995 de ji alî Cemal Temîzoz û koma wî ve hatibû qetil kirin pirsîn û gotin ku neceza kirina van kesan pêşî li qetlîamê nû vedike.

Dayîkên Şemiyê ên ku her hefte bi armanca pirsê wendahiyên xizmên xwe bikin tên cem hev, li Cizîrê çalakiya xwe ya 356’min pêk anîn. Dayêkên Şemiyê ku li Kolana Hûnêrê hatin cem hev albûma wendahiyan vekirin û wêneyên xizmên xwe rakirin. Hevserok û rêvebirê HDP û DBP’ê, Endamê MEYA-DER’ê, KURDİ-DER- TUHAD-FED û gelek sazî bi armanca piştgirşyê tevlî çalakiyê bûn. Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê heftê de 21 kesên ku di salên 1990’i de ji alî endamê JİTEM’ê Cemal Temîzoz û sercerdevan Kamîl Atak ve hati kuştin pirsîn û bertek li hember beraatkirina van kesan nîşandan. Dayîkan vê heftê wênyên Cemal Temîzoz û Kamîl Atak ku li serê Kujer nivîsî bû danîn gel wêneyên wendahiyên xwe.

‘Edalate Tirkiyê alî zalima ye’

Rêvebirê MEYA-DER’ê Weysî Durgut li vê derê axîvî û diyar kir ku edaleta Tirkiyê ne alî mezluma ye alî zalima ye û wiha axivî:” Cemal Temîzoz û koma wî bi îzna dewletê bi sedan kesî qetil kirin, lê niha hatin berat kirin em vê zîhnîyetê nelet dikin û em dipirsin eger Cemal Temîzoz bê gûneh be 21 kesî kî kuşt?.” Weysî destnîşan kir ku bê ceza kirina van kesan qetlîamê din bi xwe re tîne û ev tişt anî ziman: "Bombeyên ku li Roboskî, Reyhanli, Pirsûs, Amed, Enqere teqiyan, Cizîr, Varto, Farqîn, Gever, Elkê, Nisêbîn hemû dewama kuştinên ku bê hesab mane ne ye."

Piştî Weysî nûnerê İHD’ê Abdûlkerim Pûsat axivî. Abdûlkerim diyar kir ku bi biryara beratkirina Cemal Temîzoz û hevalê wî wîjdanê gelê Tirkiyê derbeyek giran xwariye û ev tişt anî ziman: "Em bi salene edaletê dixwazin. Van kesan ne 21 kesî bi hezaran kesî jî bi kuştina dîsa nedihatin ceza kirin, ji ber hiqûqa vî weletî sîyasi ye. Ewqas jin îfade didin dibêjin me dît ku xizmên me birin dîsa jî ev îfade ji nedîtî ve tên dîtin.”

Piştî axaftinan 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat piştî çalakiya rûniştinê jinan wêneyên Cemal Temîzoz, Kamîl Atak û koma wî qetandin.

(ma-aı/rc)