Li Ferqînê êrîş didome sivîlek birîndar bû
13:00
JINHA
AMED - Li Ferqînê dorpêça li ser taxa Tekel berdewam dike di encamê guleyê tîmên taybet de sivîlek bi giranî birîndar bû. Welatiyê ku bi giranî birîndar bûye sewqî Amedê hat kirin.
Li navçeya Ferqîna Amedê dorpêça ku 5 roj berdewam dike, êrîşê tîmên taybet her ku diçe zêde dibe. Li ser riyê Azîzoglu û Eskî Bedlîs polîsan wesayîtên zirxî bi cih kirine û êrîşê welatiyan dike. Di encama gulebarandina tîmên taybet de li taxa Tekelê welatiyek ku navê wî ne hat zanîn bi giranî birîndar bû. Welatiyê ku bi giranî birîndar bûye piştî mudaxeleya yekem a li Nexweşxaneya Dewletê ya Ferqînê hat kirin sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî a Gazî Yaşargîli a Amedê hat kirin. Hat diyar kirin ku rewşê welatiyê birîndar girane.
Di encama dorpêça 5 rojan a Ferqînê de yek jê jin 4 sivîl jiyana xwe ji dest dan û du kes jî bi giranî birîndar bûne.
Li aliylê din li hember êrîşan li taxan durişmeyên "Bijî berxwedana Ferqînê" bilind dibe. Her wiha 5 rojin li taxê av û ceyran hatî qût kirin.
(rc)