Êrîşa polîsan li Ferqîn hember çalakvanan didome: 23 kes hatin binçevkirin - HATE NÛKIRIN
15:05
JINHA
AMED - Welatiyên Ferqînê li dijî dorpêça 5 rojan a ku bê navber didome dest bi çalakiyê deng derxistinê kirin. Li ser vê yekê polîs bi bombeyên gazê êrîşê gel kir û di navde zarok jî heyî 23 kes hatin binçavkirin.
Welatî li Ferqînê hember dorpêça 5 rojan li her taxê dest bi çalakiyê deng derxistinê kir. Polîsan jî bi bombeyên gazê êrîş bir ser çalakvanan. Li hember êrîşa polîsan welatî bi keviran bersiv da. Tê dîtin ku polîs bi çekên lûle dirêj welatiyan tehdît kir û xwest welatiyan belav bike. Di encama êrîşê de di navde zarok jî heyî 23 kes hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Mudiriyeta Emniyeta Ferqînê.
(rc)