'Gelê Farqînê ne bi tenê ye'

16:50

JINHA

ŞIRNEX- Gelê Cizîrê li hember êrişên li ser gel ev du roje li ser piyan e. Îro bi hezaran kes bi armanca ku terora li ser gelê Farqînê tê meşandin protesto bike meşiya. Hevserokê Meclisa Gel Mehmet Tunç piştî meşê axivî û xwest ku demildest êrişên li ser Farqînê bi sekinin û got an wê gelê Cizîrê bi çalakiyên xwe xwedî li gelê Ferqînê derê.

Li Cizîrê bi armanca piştgirî bidin navçeya Farqîna Amedê meş hat li darxistin. Gelê Ji duh bi armanca ku êrişên li ser Farqînê şermezar bikin jiyanê tevizandin. Çalakiya gelê Cizîrê ku duh bi şev despê kir serê sibê jî dewam kirin. Li navçeyê Dikan venebûn û rêya Hevrîşimê ku rêyek navnetewiye ji aliyê ciwanan ve hat girtin di seatên nivro de jî 2’yemin rêya hevûrdorê jî alî ciwanan ve ji tirafîkê re hat girtin. Di seatên nivro de jî di navê Hevserokê Meclisa Bajêr Asya Yüksel û Mehmet Tun jî di nav de li ber mala Gel a Cûdî kombûn û bi durişmên “ Bijî berxwedana Farqînê” “ Bijî berxwedana Cizîrê” berz kirin û heya taxa Nûrê Meşiyan. Li vê derê Hevserokê Meclisa Gel Mehmet Tunç axivî.

‘Emê jiyanê rawestînin’

Mehmet Tunç destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê hewildide deskeftiyê gelê kurd yê 40 salan tine bike û ev tişt anî ziman” Êrişê nirxên mey ê herî pîroz dikin, êrişî nirxên me dikin, êrişî gelê me dikin şerek piskolojik li hember gelê me didin meşandin.” Mehmet dorpêça li ser Cizîrê bi bîr xist û got ku wan 9 şev û 8 rojan li hember hemû êrişan berxwe daye û wiha pêde çû:” Xwestin gelê Kurd di şexsê Cizîra Botan de bi çilmisînin lê bi serneketin. Eger hûn van êrişê li ser Farqînê ranakin em ê jiyanê li wan bidin rawestandin. Em bang dikin bila demildest êrişên li ser Farqînê bisekine, nexwe wê gelê Cizîrê nîşan bide ku gelê Farqînê ne bi tenê ye.”

(ma-aı/rc)