Heyeta Îmraliyê roja Duşemê li hev dicive
18:04
JINHA
ENQERE - Heyeta Îmraliyê der barê manîpûlasyonên AKP'ê ku piştî hilbijartinê hin parvekirinên ku wekî ji devê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine gotin derdixin pêş û ji bo pêşeroja pêvajoya çareseriyê binirxînin dê di destpêka hefteyê de bên gel hev.
AKP'ê manîsûlasyonên xwe yên pir alî ku beriya hilbijaritê dabû destpêkrin berdewam dike. Ji aliyekî ve agahiyên wekî ku di şer de “bi ser ketine” derdixe pêş, li aliyê din jî hin agahiyên ku wekî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotiye li ser rojnameyan serwîs dikin û tevgera kurd sûcdar dikin. Hikûmeta AKP’ê ku Mutabakata Dolmabahçeyê xera kir û tecrîdek pir giran xist dewrê, wekî ku yên destûrê nadin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin ew nîn in û piştî hilbijartinê hin agahiyên ku wekî ji devê Abdullah Ocalan derketiye derdixin pêş. Hin agahiyên wekî ku Abdullah Ocalan tevgera kurd û HDP’ê “sûcdar” dike xistine rojevê û di heman demê de ev agahî di çapemeniya alîgir de jî dertên pêş. Ev yek bû sedema ku tevgera kurd a siyasî aciz bibe. Çavkaniyên kurd diyar kirin ku ew ji rexneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan aciz nîn in, berovajî vê yekê, ew dixwazin hîn bibin ku Abdullah Ocalan vê pêvajoyê çawa dinirxîne. Çavkaniyên kurd destnîşan kirin ku hin nirxandinên ku ji ser dewletê hatine, bi armanca manîpûlasyonê ye û balê kişandin ser dema wê jî.
Li gorî nûçeyê DÎHA'ê dê Heyeta Îmraliyê di destpêka hefteyê de dê bên gel hev. Civîna ku ya dê di roja duşemê yan jî sêşemê pêk bê de dê pêşeroja pêvajoya çareseriyê û heyet ji bo pêvajoya çareseriyê bidomîne û di şerê ku pêk te çawa pêşiya mirinan bigirin binirxînin.
Derbarê nûçeyên ku bingehê wan nîne de Serokwekîlê Koma HDP'ê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken diyar kir ku derbarê hevdîtinek bi vî aweyî de tu agahî ji wan re ne hatî dayîn û wiha got: " AKP hewl dide di çarçoweya rastiyên xwe nêrînek pêş bixe." Îdrîs Baluken destnîşan kir ku nûçeyên bi vî rengî jî bingehê xwe ji vê yekê digre.
Îdrîs Baluken wiha got: "Beguman raya giştî meraq dike ku wê birêz Ocalan çi bêje. Ne tenê tirkiyê raya giştî a cîhanê meraq dike. Xuya ye ku AKP, vê bendewariyê dixwaze li gor rastî û polîtîkayên xwe araste bike. Eger nêrînên Ocalan girîng tê dîtin, divê tecrîda li ser wî yekser rabe. Ji aliyek tecrît didome ji aliyê din ve hin nûçe wekî ku ji devê birêz Ocalan tê kirin pêşkêşkirin bê ehlaqiye. Rastiya li holê tecrîd berdewam dike."
(rc)