Li welatê dad di destê deshilatiyê de 21 salin hewil didin aqubetan hîn bibin
10:55
Zeynep Akın / JINHA
ÊLIH - Turkan Yetişen 21 salin ji bo aqubeta hevserê xwe yê dibin çavan de hatî windakirin 21 salin tekoşînê dide. Turkan diyar kir ku şahidên hevserê wê dema dibin çavan de hene û wiha got: "Dema ku îtiraf bikin, emê aqubeta Ahmet hîn bibin. Em li benda roja însaf û wijdana wa nin."
Yek faîlên kiriyar nediyar ên Tirkiyê Ahmet Yetişen e. Hevsera Ahmet Turkan Tetişen a ku dîroka windakirina hevserê wê 1994 e, ji wê demê heya niha tekoşîna dadê berdewam dike. Turkan da zanîn ku ew emîne hevserê wê ji aliyê dewletê ve hatiye girtin, lê înkar dikin, dewletê ji wan şahid û delîl xwestine û wiha domand: "Ji sala 1994'an ev dert bi me re heya niha hatiye. Weke ku bûyer duh bûye gelek nûye, kevin û sivik nabe. Me cenaze nedîtiye, dewlet înkar dike. Em dizanin her tişt li ber çavê me bû. Şehîdên me hene, lê şehîdlig nîne. Dema ku îtiraf bikin, emê aqubeta Ahmet hîn bibin. Em li benda roja însaf û wijdana wa nin."
'Dema ku hevserê min nedîtin kurê minê 13 salî birin'
Turkan qiha qala roja windakirina hevserê xwe kir: "Bi 2 dolmuş û 2 wesayîtan hatin derdora malê girtin. Em li Taxa Huzurê diman, saet di 19.30'an de ser mala me de girtin. Dema ku ser malê de girtin Ahmet ne li malê bû. Dema ku pirsa Ahmet kirin, min got ne li malê ye çuye Mêrsînê. Dema ku bi şev carekdinê ser malê de girtin, cardin Ahmet nedîtin, kurê minê 13 salî despêkê birin mutfeqê ew îskence kirin. Qêrînên Hanifi heya ber erşan diçu. Piştî îskencê ew xistin bagaca wesayîtê û birin. Baran dihat, min di pacê de got bila kincên xwe wergire paşê. Yekê êrîşî pacê kir û got: 'Tu bêdeng nebê emê bên te bibin carekdin tu venagerê.' Mala xezurê min wan xwestin, dema ku Hanifi birin û çun mala xezurê min wan wana jî diyar kirin ku Ahmet nedîtine, li wan jî xistin û ew jî birin."
'Despêkê emniyetê got Ahmet di destê me de ye paşê jî înkar kirin'
Turkan anî ziman ku Hanifi rojekê dibin çavan de ma û ew berdan û wiha dom kir: "Ji ber îskencê her derên Hanifi dinava xwînê debûye. Ew gelek xirab bû, di rewşa ji xwe çunê debû, ez runiştim min şukr ji xuda re kir ku min carekdinê Hanifi sax dît. Min got tu sax vegeriyayê û bavê te jî netirin, şukur ji xuda re. Hanifi got: 'Di heman şevê de bavê min jî bi min re girtin.' Wê demê cîhan bi serê min de hat xwarê. Wê demê Walî Salih Şarman bû, min daxwaznama xwe da wî. Wî got: 'Dema ku hun ji bo min alîkar bin, ezê jî alîkariya we bikim.' Min got: 'Ez çawan dikarim ji bo te alîkar bim.' Ji bo min got: 'Çekên we yên giran hene.' Min got: 'Çekên çî nan nîne em bixwin, emê çekan ji ku bibînin.' Ser min de qêr kir û got me Ahmet nedîtiye, dewletê Ahmet ne girtiye. Ez derî û derî çum, ez heya qereqoka Amedê jî çum, ez çum emniyetê, li Amed û Êlihê cihên ku min pirs nekirî nemane. Girêdayî wî ez tiştek hîn nebûm."
'Bavê min bi askiyên Filistînê hilawistibûn'
Kurê Turkanê dema îskence dîtî wiha anî ziman: "Hanifi got: 'Bavê min bi askiyên Filistînê hilawistibûn. K. Ç. ser bavê min îfade dabû. Dema ku diaxivî digot; 'Hanifi tiştên tu dizanê tu jî bêje ku em bijîşik bînin bavê te baş bikin.' Bavê min jî xwe li rast û çep dixist, dixwest ji bo min bêje ne peyîve. Ji xwe digotin ma zarokê 13 salî çî dizane." Turkan bilêv kir ku îskenceyên dermirovane li kurê wê Henifi kirine û wiha axivî: "Pirsên weke dema ku gerila tên diçin kîjan malan, senex li kune pirs kirine. Ma dê Hanifi ev ji ku zanîbana. Ji xwe dema zanîbana dê li hemberî wan îskenceyan bigotana."
'Dema ku em di îskencê de Kerem çay vedixwar'
Turkan wiha qala Kerem û Fehmi yên di heman rojê de li gel hevserê wê hatîn girtin kir: "Kurê min ew jî dibin çavan de dîtibûn. Kurê min qala 3 kesên dibin çavan de kir, bavê wî, Fehmi û Keremê ku têlên porên wî jî xiranebûyî û di dema îskencê de çayî vedixwar kir. Şahidiya wan ji bo me giringe, herî kêm dê mezarê hevserê min hebana. Dewlet dibêje me ew negirtiye binçavan. Bila tenê bê bêje min di bin çavan de ew dîtiye û paşê jî dewletê em girtin cihên cuda û paşê êdî min ew nedîtin. Got dema ku ez şahidiyê bikim ezê bêm kuştin. Dema ku destê wî di nava wan karan de nebe dê çima bê kuştin. Ger ji şahidiyê ditire bila ji şikayetkirinê jî tirsabana."
Turkan bilêv kir kerem hevserê wê dibin çavan de dîtiye û wiha domand: "Ahmet di mijdarê de hat girtin, qeyîda Kerem jî kanune. Raporek li gora xwe amade kirine. Dîroka girtina wan jî negirtine dosyayê. Parêzer li dosyayê nêrî dîroka girtina Kerem nediyare. Girtin û windakirina Ahmet bi zanebûn û bi pilan kirine. Di dawiyê de îtiraf kir. Wî got min Ahmet dibin çavan de dîtiye, wê demê min şukur ji xuda re kir. Wê demê yên li wêderê gotin; 'Ger te dîtiye here şahidiyê bike, bêje min dibin çavan de dîtiye.' Ger wiha kiribana dê ew îtiraf aqubeta Ahmet diyarkiribana û dê delîlên qeyîbên dinê jî bihatana dîtin. Dewlet înkar dike dibêje bi hezaran qayîb me nedîtine. Yek, du, sê roj, mehek derbas bû... Ji wê rojê heya niha hîna şahidî nekiriye."
'Bila gorek wî hebe'
Turkan wiha dom kir: "Dê bi şahidiyek aqubeta mirovekê derkeve holê. Ma gelek zore şahidek vê bike. Ahmet canê xwe da, lê sirên xwe û hevalên xwe neda. Ma gelo ev rastî anîna ziman gelek zore. Belê emê bêjin Kerem şikayêta wan nekir û ew nedan girtin, hem xizmê wane û hem jî hevalê wiyê heman dozê ye, çima Fehmiyê biyanî dibêje dema ku Kerem bê ezê şahidiyê bikim, tu çima şahidiyê nakê."
(zt)