Jinên Amedî: Emê ji bo Farqînê bêdeng nemînin

11:28

Nûrcan Yalçin/JINHA

AMED - Di serî de navçeyên Farqîn û Surê yên Amedê li gelek deveran gel rêveberiya xwe ya cewherî îlan kirin. Piştî îlankirina rêveberiya xwe êrîşên dewletê dest pê kirin. Jinên Amedê bang li hemû welatiyan kirin ku li hemberî êrîşên polîsan, qedexeya derketina kolanan, komkujî û infazan bê deng nemînin.

Li ser biryara xwerêvebirinê dewlet her roj zêdetir êrîşî ser gel dike. Piştî operasyonên leşkeri ên li ser navçeyên Farqîn, Licê, Hênê yên Amedê li Surê jî ev du roje êrîşên polîsan dest pê kirin. Li taxên Hasirli û Fatihpaşa ya navçaya Sur a Amedê di operasyona polîsan de ciwanek bi navê Ferhat Dogrû (18) hate qetilkirin. Êrîş û dorpeçkirina taxên Surê berdewam dikin. Jinên Amedî li hemberî êrîşên dewletê bertek nîşan dan.

'Em berî her tiştî dibêjin Aşitî'

Jina Amedî Hazal Cûlfan li hemberî êrîş û qedexeyên dewletê bertek nîşan da û wiha got: "Sûcê gelê Kurd çibû ku vê rewşê dewlet li gel dide jiyandin. Maqey ne bese xwîna ewqas ciwanan rijandin û qetil kirin. Em dayîkên Kurd her gav dibêjin bila ciwanên me neyên kuştin. Tenê ne ji bo ciwanên xwe bila leşker û polîs jî neyên kuştin. Bese ku dayîk rondikan bibarînin û bila ji vê deme pêde xweyîn nerjê."

'Em dibêjin Aşitî lê belê hewcebike em ê şer bikin'

Makbûle Ayaz anî ziman ku ev 40 sale dayîk rondikan dibarînin û wiha got: "Em dayîk xeyalê aşitiyê dikin, lê belê dewlet dîsa dest bi şer kir û her roj dibe sedema mirina bi dehan kesan. Ji alikî de jî divê gel bê deng nemîne ku pevçûnê li Sur û Farqînê diqewmin. Herkes di be li hemberî bê edaletiyê dengê xwe derxe. Eger gel Surê tenê bihêle sibê wê gel jî bê kes bimîne. Em dibêjin Aşitî lê belê hevce bike em ê şer jî bikin."

'Heya dawî em ê berxwe bidin'

Sumeyye Arpa bal kişand ser berxwedana gel a li hemberî dorpeçên polîsan û wiha domand; " AKP berya hilbijartinê gotibû 'eger me 400 parlementer derxistan ev rewş ne diqewimî.' AKP di hilbijartina 1'ê Mijdarê de 400 parlementer dernexist bi têna sere xwe bû îktîdar. AKP hêjî êrîş li ser gel dike û operasyonan dide meşandin. Em jî vê zilmê qebûl nakin û heya dawî berxwe bidin. Rojek em ê aşitiyê bînin vê axî."

'Gelê Sur, Farqîn û Licê ne bi tenêya'

Dîlber Bîngol jî anî ziman ku bi salaye gelê Kurd dibêje aşitî lê belê dewlet hertim operasyonê şer dimeşîne û wiha got: "Tu car em dev ji nasnama xwe û ji zimanê xwe bernadin û bi sala ye ku gelê Kurd ji bo ziman û nasnama xwe li berxwe dide. Gelê Kurd bi sala ye ku gelek bedelê giran dan. Dilê me bişewte jî em dev ji tekoşîna xwe bernadin. Bila herkes baş bizanbe gelê Sur, Farqîn û Licê ne bi tenêne."

(ha/zt)