Şine Feyiq li Başûrê kurdistanê yekem jina edîtoriya ajansê dike

12:45

JINHA

SILÊMANÎ - Li Başûrê Kurdistanê yekem car jinek dibe edîtora ajanseke nûçeyan.

Heta niha li Başûrê Kurdistanê rêveber û edîtorên hemû saziyên ragihandinê derveyî navendên ku tenê jin tê de kar dikin, mêr in. RojNews ji ber girîngîdayîna bi xebat û pirsgirêkên jinan cara yekemîn jinek ji bo navenda nûçeyan kire edîtor. RojNews di dîroka 1.1.2014'an de wek ajansek nûçeyan bi dirûşmeya 'Ronîkirina rastiyan erkê me ye' li Silêmaniyê dest bi weşanê kir. Di demek kurt de bû çavkaniya gelek nûçeyên girîng ên li Herêma Kurdistanê. Hewl da xwe bigihinê hemû bajar û bajarokên Başûr û bibe zimanê her çar aliyê Kurdistanê. Li Başûrê Kurdistanê rojnamevan Şine Fayiq wek edîtora ajansa nûçeyan a RojNewsê dest bi kar kir. Li Başurê Kurdistanê yekem edîtora jin a dest bi karê edîtoriya ajansê kir Şine Fayiq di derbarê karê xwe de wiha got: "Ji bo min cihê serbilindiyê ye ku di ajansek wek RojNews de kar dikim, ku hertim hewl daye hêza jinan bide pêş. RojNews wek yekemîn ajans li Başûrê Kurdistanê erka edîtortiyê dide jinekê. Bêguman ez ê jî hemû hêza xwe bikar bînim ji bo ku xebatên ajansê bi awayekî herî baş bi pêş de biçe."

(şb/zt)