Li ber qereqola Şemzînanê madeyek teqiya 2 zarok birîndar bûn

13:14

JINHA

COLEMÊRG - 2 zarokên madeyê teqemeniyê yên li derdora qereqolê dîtîn teqandin, di encama teqîna pêk hatî de bi giranî birîndar bûn.

Li Kampa Dê ya li gundê Dûrê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê 2 zarokên bi madeyê teqemeniyê yên li ber Qereqola Dûrê dîtin lîstin. Di destê wan de made teqiyan û her du zarok bi giranî bîrîndar bûn. Zarokên bi navê Menîsa Firat (11) û Suat Firat (10) ên li derdora qereqolê dilîstin bi madeyê dîtin lîstin û di destê zarokan de teqiya.

Di encama teqînê de Menîsa û Suat bi giranî bîrîndarbûn û bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Hate ragihandin ku di encama teqînê de destên Suatê biçûk jê bûn û piyekî wî perçe bûye û zarokê din jî ji vucuda xwe bi giranî birîndar bûn.

Hat zanîn ku dermankirina zaroka didome.

(zt)