OGC: Emê li hemberî zilm û zordariyê yekîtiya xwe mezin bikin
14:35
JINHA
AMED - Cemîyeta Rojnamegerên Azad di derbarê zext û zordariya ser çapemniyê tê kirin de daxuyanî da çapemeniyê. Rêvebera OGC yê Kubra Soylemez daxuyanî xwend û got: "Em weke Cemîyeta Rojnamegerên Azad van zextên ser çapemeniyê zêde bûne şermezar dikin. Em tu carî li hemberî van zext û binpêkirinên mafê çapemeniya azad bêdeng namînin. Em bang li hemû saziyên çapemeniya azad dikin ku tifaq û yekîtiya xwe xurt bikin û li hemberî van zextan dengê xwe bilind bikin."
Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) daxuyaniyek der barê cezayên ku ji aliyê RTUK'ê ve li televizyonên çapemeniya azad hat bîrîn da. Di daxuyaniyê de Hevserokê OGC'ê Hakki Boltan, Rêvebera OGC'ê Kubra Soylemez û nûçegihana ÎMC TV'ê Kadriye Devîr Uçar cih girt. Daxuyanî li avahiya OGC'ê hat dayîn. Hevserokê OGC'ê Hakki Boltan da zanîn ku piştî hilbijartinê hikûmeta AKP'ê êrîşên li ser Çapemeniya Azad zêdetir kiriye û wiha got: "Di der heqê 26 xebatkarên DÎHA, Ozgur Gundem û Rojnameya Demokratîk Ulus de lêpirsîn hate vekirin. Kayyum şandin ser koma Îpek Koza û gelek xebatkarên wê jî kar derxîstîn. Hikûmeta ku van êrîşan bi ser çapemeniyê de diçe, dixwaze dengê gel qut bike."
Nûçegihana ÎMC TV'ê Kadriye Devîr Uçar jî anî ziman ku ew neçar in dengê gel bigihînin raya giştî û wiha axivî: "Em rihê xwe davêjin xetereyê û vî karî dikin. Aniha jî em dema herî ku xetereyê de vî karî dikin. Lê çi dibe bila bibe, çi ceza bê dayîn bila bê dayîn em ê karê xwe bi domînin. Banga me li hemu xebatkarên çapemeniya azad heye ku dengekî bi hevpar derxînin."
'Bi êrîşan dixwazin gel bêdeng bikin'
Piştre Rêvebera OGC'ê Kubra Soylemez daxuyanî xwend. Soylemez êrîşên li hember çapemeniyê yên li Tirkiyeyê bi bîr xist û wiha got: "Di demên dawî de zextên li ser çapemeniyê zêde bûne. Dixwazin Çapemeniya Azad bêdeng bikin û çav, ziman û guhên civakê bêdeng bikin. Xwesteka gel a mafên bingehîn hikûmet û dewletê har dike. Dewlet û îxtîdar ji bo ku xwe biparêze berî her tiştî êrîşî ser çapemeniya azad dike. Dixwazin çapemeniyê bêhêz û têsîra xwestekên xwe hîn bêhtir li ser civakê bikin."
'Li hemberî êrîşan rêxistinbûnê mezinbikin'
Soylemez destnîşan kir ku dewlet û hikumet ji bo ku civakê bike kole, êrîşan li ser çapemeniyê dike û wiha axaftina xwe domand: " Em wekî Cemiyeta Rojnamegerên Azad êrîşên li ser çapemeniya azad şermezar dikin. Em li hember zext û êrîşan bêdeng namînin. Em bang li hemu saziyên çapemeniya azad dikin ku tifaq û yekîtiya xwe xurt bikin."
(zt)