Li Cizîrê 3 îstasyonên baz ên ziyan didan gel hatin îmha kirin

14:52

JINHA

ŞIRNAK - Li Cizîrê ji aliyê hêzên xweparastinê ve 3 îstasyonên bazê ji sedema 'ziyanê didin tenduristiya gel' hatin îmha kirin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê ku 9 roj dibin dorpeçkirina polîsan debû, ji aliyê hêzên xweparastinê ve li taxên Cûdî, Nûr û Sur ê 3 îstasyonên bazê ji sedema 'ziyanê didin tenduristiya gel' hatin îmha kirin.

YDG-H derhaqê mijarê de daxuyaniyek niviskî dan û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Moderniteya Kapîtalîst kesan dixapînin û beranberî pera li ser xani ya îstasyonê bazê tên çekirin. Lê belê ev îstasyonê bazê tenduristiya gel tehdit dike û gelê li taxên dijîn gazina dikin. Li ser gazine gel me çalaki pêk anî. Ji vê niha û pêde em ê polîtîkayên qirêj teşhîr bikin û em nahêlin ku li qadên xweser polîtîkayên qirêj pêk were. Polîtîkayên şer ê zirar dide gel û gel pûç dike mîna dizî, fihûş û tiryak me bi tekoşînê wana xistin asta herî kêm. Li gelek qadên Kurdistanê rêveberiya xweser hatiye îlan kirin. Wê çalakiyên me berdewam bikin û ji bo piştgiriya serhildana Farqînê me du roja çalakiyên rê girtinê pêk anîn. Ji vê gavê şûnde li hemberî qedexekirina kolanan wê çalakiyên girtina taxan pêk werin."

(ha/zt)