Li gundên Kobanê amadekariyên perwerdê
17:42
JINHA
KOBANî - SZK'ê mamostayên zimanê kurdi yên gundê Çelebiyê yên nû dest bi perwerde dayînê bikin ezmûn kirin.
Saziya zimanê kurdî SZK' li gundê Çelebîyê girêdayî Kobanî ezmûnek ji mamosteyên derbasî dibistana bibin re çêkirin. Ezmûn ji 11 mamosteyan re hat çêkirin. Ji mamostayan Rodîn Berkê diyar kir ku piştî derketina encaman dê li gorî wê mamosta li dibistanan bên belavkirin.
Mamosta Xezal Elî jî got: "Min du armancên sereke dane pêşiya xwe ya yekem hînî zimanê xwe bûyîn û ya dinê jî bi zimanê xwe perwerde dayîna zarokên gunde."
Mamosta Xedîce Muhememd jî wiha axivî: "Em bi dilxwazî beşdarî karên amadekariya perwerde dayînê bûne. Em hêvîdarin ku emê baş ezmunan derbaskin û perwerdê bidin zarokên gund."
(rê)