Dayîk laz û bav kurd di heman polê de malbatek tê perwerdekirin
11:02
JINHA
COLEMÊRG - Di polek a perwerda Şaxa KURDİ-DER'a Colemêrgê de malbatek heye. Malbata Dayîk laz, bav kurd bi du zarokên xwe re di heman polê de perwerda zimanê kurdî dibînin.
Şaxa KURDİ-DER'a Colemêrgê dest bi perwerda salê ya zimanê kurdi kir. Di asta yekemîn de sê pol hene û di her polekê de 20 xwendekar hene. Di polekê de malbatek dayîk, bav û zarok bi hev re tên li heman polî bi hev re perwerde dibînin. Hatice Eroguz a bi xwe laz û hevserê xwe Salih Eroguz li gel keça xwe û kurê xwe li heman polê perwerdeya zimanê kurdî dibînin.
Hatice bi xwe laz û buka Colemêrgiyane. Hatice diderbarê giringiya zimanan de wiha got: "Ez buka Colemêrgiya me ji ber wê ji ez pir keyfxweşim ku hînî zimanê kurdî dibim. Ez di wê baweriyê de me ku zimanê kurdi zimanek despêka mirovahiyê ye û li ser vê erdnîgariyê yek ji zimanên kevnareye. Çima em bi zimanê kurdi perwerdehiyê nebinin? Em hemu tiştan bidin aliyekê ziman hebuna mirovahiyê ye ango diyarkirina geleki ye. Ez hez dikim ku dema Colemêrgi di axivin ez fam bikim. Dema ku diçim cihekê ji ber ku bi xwe tirkim, ez nikarim xwe bi kurdî bînim ziman wê demê tengasiyan dikêşim ji bo wê jî daxwaza min a hînbûnê gelek zêdeye. Ji bo wê jî ez li gel keça xwe, kurê xwe û hevserê xwe em bi hev re tên di heman polê de perwerde dibînin. Niha di vê perwerdê de gelek kêfxweşim."
Hevalê Haticê, Salih Eroguz jî got ku tek çareseri xwedi derketina zimanê kurdi ye û wiha domand: "Ez zarokên xwe û hevjina xwe em bi hev re hatine di heman polê de perwede dibînin û wiha dom kir: "Ez zimanê xwe hin bibim ji ber ku niha pergal li ser zimanê kurdi listikên mezin dilîzin. Hevjina min jî bi xwe laze ango zimanê wan ji hatiye bişavtin; lê em di wê baweriyê de nin ku zimanê kurdi ji bo zimanê kurdî helwest nîşandan û berxwedan kirin dê bibe wesîleya azadiya hemû zimanan."
(zyd/zt)