Zeynep Celaliyan ruxmî rewşa giran neyê derman kirin
11:44
JINHA
TAHRAN - Girtiyê Siyasî a Kurd Zeynep Celaliyan bi hinceta ku endama PJAK'ê ye biryarê îdamê hat dayîn û piştre biryar veguherî girtina mûebet. Rewşa tenduristiya Zeynep her ku diçe girantir dibe û neyê derman kirin.
Zeynep Celaliyan di encama xebatên siyasî a têkoşîna gelê Kurd û jinan de sala 2008'an de li bajarê Kirmanşaha Îranê bi îddîaya ku endama PJAK'ê ye hat giritin. Li Dadgeha Devrîm di 14'ê Çileha 2009'an bêy ku parêzerê wê amede be di nava 7 deqayan de biryarê îdamê li Zeynep hat birîn. Piştî ku dosya Zeynep şandin Saziya Cezayê Înfazê biryarê îdamê hat rakirin û di Kanûna 2011'an de biryarê girtîgeha mûebet hat dayîn. Zeynep a ku li Girtîgeha Dîzel Abad dimîne rastî îşkenceyên giran tê û li hemberî îşkenceyên tên kirin gelek car ketiye girava birçîbûnê. Zeynep derbarê şert û mercê girtîgehê de di mehê îlonê de nameyek ji KJAR'ê re nivîsandibû.
'Tenduristiya min zehmetî bi min dide kêşan'
Zeynep di nameyê xwede dibêje ew wek jinek kurd û girtiyek siyasî di şert û mercên giran de dijî û ji ber gelek îşkenceyên ku lê hatî kirin gelek pirsgirêkên tenduristiyê bi xwere aniye holê. Zeynep di nameyê xwede gotibû ku ew rastî gelek îşkence hatiye û wiha domkir: "Ji ber îşkencê û derbeyê ku min ji serê xwe xwariye serê min gelek dêşe. Çavek min êdî nabîne, a din jî her ku diçe dîtin kêm dibe. Ji ber ku gurçikê min îltîhabê wê zêde bûye dibe sedemê êş û elemên mezin. Ji ber tundiya derûnî a li girtîgehê û girevên birçûbûnê sistema hezm kirinê bûye pirsgirêk. Tenduristiya min zehmetî bi min dide kêşan."
Zeynep a ku devê wê tevde bûye birîn nabin nexweşxanê
Ji ber ku Zeynep nayê derman kirin her ku diçe rewşa tendursitiya wê giran dib û devê wê tevde bûye birîn. Zeynep ji ber pirsgirêkê tenduristiyê ji rayadarên girtîgehê daxwaz kiriye ku biçe nexweşxanê lê belê daxwaza Zeynep hatî red kirin. Her wiha hat zanîn ku nahêlin malbat bi Zeynep Celaliyan re hevdîtin pêk bînin û ji ber ne dermankirinê her ku diçe tehlûkeyê korbûnê çavan zêde dibe.
(rc)