Heyet berê xwe da Ferqînê

12:08

JINHA

AMED - Li Farqînê, qedexeya derketina derve di roja 7. de dewam dike. Li navçeyê, duh bi şev pevçûnên dijwar qewimîn. Danê sibehê gelek ambûlans ber bi navçeyê ve hatin şandin.

Li Farqînê, qedexeya derketina derve di roja 7. de dewam dike. Li navçeyê, duh bi şev pevçûnên dijwar qewimîn. Danê sibehê gelek ambûlans ber bi navçeyê ve hatin şandin. Heyeta HDP û DBP'ê, ku di nav de Parlamentera Amedê Çaglar Demîrel jî heye, ket ser rêya Farqînê. Rêveberên HDP û DBP'ê danê sibehê li ber avahiya DBP'ê ya Bajarê Amedê civiyan û berê xwe dan Farqînê ku ev 7 roj in derketina derve lê qedexe ye û di rewşeke awarte de ye.

Heyeta DBP û HDP'ê bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir, ku piştgirî bide berxwedana gelê Farqînê.

(rc)