Yekem kooperatîfa jinên Girê Spî
12:23
JINHA
GIRÊ SPÎ - Jinên bajarê Girê Spî Kooperatîfa yekemîn a çandiniyê li bajar avakîrîn.
Endamên Mala jinê ya bajarê Girê Spî a Kantona Cîzîrê bi armanca xurtkirina aboriya jinê yekemîn Kooperatîfa Çandiniyê li bajêr ava kirin. Heta niha 20 jin beşdarî Kooperatîfê bûne. Kooperatîf di erdekî ku firehiya wî 25 Hiktar e de hat avakirin. Her jinek bi 5000 hezar Lîreyên Sûriyê beşdarî Kooperatîfê bû. Komîteya çandiniyê ya Rêveberiya Xweser jî tov pêşkêş Kooperatîfê kir. Endamên Kooperatîfê niha erd ji bo çandiniyê amade dikin. Piştî ku amadekarî bi dawî bibin, dê dest bi çandiniyê bikin.
(rc)