Jinên Rojava: Plansaziya 25'ê Mijdarê bi daxuyaniyek eşkere kir

13:18

JINHA

QAMIŞLO - Jinên Rojava bi armanca 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê bi daxuyaniyekî plansaziyê xwe eşkere kir.

Jinên Rojava li bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê bi armaca 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê daxuyanî da çapemeniyê. Bi dehan saziyên jinan a Rojava bi armanca dananasîna rojê dest bi amedekariyê civîn, semîneran dike. Di bin durişmeya 'Şoreşa Rojava bi dawîkirina tundiya hember jinê ye' heyeta jin bi daxuyaniyek plansaziyê xwe eşkere kir. Daxuyanî ji aliyê Seroka Meclîsa Yekîtiya Star Welîde Botî û Seroka Desteya Jinan a Kantonê Emîne Omer ve hat xwandin.

Plansaziya 25'ê Mijdarê bi vî aweyî hat rêzkirin;

* Wê semîner derbarê girîngiya rojê de ji 10'ê mehê heya 17'ê mehê li tevahî bajaran bê dayîn.

*Ji 18'ê heya 23'ê mehê jî dê sînevizyon, şano û hûnerê jinan a ku wê rojê îfade dike bên pêşkêş kirin.

*Ji bo jinên Şengalê jî dê semîner bên dayîn.

*Di 24'ê mehê de jî dê semînerên bi mijarên, jin û tundî, rola heyetên siyasî, jin û siyaset, parastina rewa û civaka xwezayî bên dayîn.

*Di 25'ê mehê de jî wê meşek girseyî were li darxistin.

(re-fr/rc)