Li Ferqînê 1 jiyana xwe ji dest da 2 jî birîndar

13:21

JINHA

AMED - Li Farqînê, qedexeya derketina derve di roja 7. de dewam dike û her ku diçe pêvçûn lê giran dibe. Tîmên taybet qehwexaneyek gulebaran kirin û di encamê êrîşê de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bû.

Li navçeya Farqînî ya Amedê di roja 7'emîn a qedexeya derketina derve de êrîşên dijwar li dijî gel pêk tê û tîmên taybet taxa Ferîdunê ku qedexe tuneye Dîcle Kiraathane gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de Mehmet Yavuz (45), Seyfettîn Kurt (44) û Abdulsamet Kesîcî (50) bi giranî birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û Mehmet Yavuz piştî mudaxaleya ewil sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Gazî Yaşargulî hate kirin, Mehmet di rê de jiyana xwe ji dest da. Herdu birîndarên din li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê tên dermankirin.

Li aliyê din li cadeya Bêdlîsê ya kevn a taxa Mescîtê jî teqînek çêbû û hate hinbûn ku gelek polîs birîndar bûne. Nexweşxane jî ji aliyê tîmên taybet ve hatin dorpêçkirin. Heman demê li nevçayê tîmên taybet sewqîyatê pêk tînin û ji Amedê gelek ambulans jî şandin Farqînê.

Ber bi navçeyê sewqiyata tankan berdewam dike û kepçeya zirxî ya xwest bikeve taxê jî hate derbkirin. Tank li girê Gaza Topê ya hersê taxên ku qedexe hatine îlankirin hatin bicihkirin û ji vir taxan topebaran dikin.

(rc)